Omer Çelîk: Piştî çekdanînê em dikarin bi hêzên Sûrî re rûnin

Omer Çelîk: Piştî çekdanînê em dikarin bi hêzên Sûrî re rûnin

.

A+A-

 Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, li ser pirsa rojnamevanan derbarê gotinên Mezlûm Ebdî de got, Eger proseya li Sûriyeyê temam bû, berpirsên Tirkiyeyê amade ne wek aliyekî rewa li gel wan rûnin. 

Piştî civîna Desteya Rêveber a AK Partiyê ku bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan pêk hat, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ji rojnamevanan re axivî. Çelîk derbarê îdiayên hevdîtina bi Mezlûm Ebdî re û helwesta Tirkiyeyê ya li hember Kurdên Sûriyê û pêvajoya "hilweşandina PKKê" de daxuyaniyên girîng dan.

"Piştî çekdanînê, em amade ne bi aliyên rewa re rûnin"

Derbarê pirsa rojnamevanan a li ser gotinên Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, Omer Çelîk da zanîn ku heta niha ti hevdîtineke fermî ya berpirsên Komara Tirkiyeyê bi wan re çênebûye. Çelîk şertê hevdîtinê wiha anî ziman: "Dema çekên xwe berdan, wê demê hevdîtin dibe. Eger pêvajoya li Sûriyeyê temam bû, berpirsên Tirkiyeyê amade ne wek aliyeke rewa li gel wan rûnin."

Çelîk herwiha gotinên ku Tirkiye dijberî destkeftiyên Kurdên Sûriyê ye red kir û got: "Ev ne rast e. Di dema dorpêçkirina Kobanê de bi rêya serokomarê me alîkarî gihişt û Kurd ji komkujiyê rizgar bûn. Em ne li dijî destkeftiyên Kurdan in. Em piştevaniya mafên hemû pêkhateyan dikin. Lê divê ev yek di çarçoveya yekparçeyî û serweriya Sûriyeyê de be. Pêwîst e pêvajo di çarçoveya rêkeftina li gel rêveberiya Şamê berdewam bike. Wê demê berpirsên Tirkiyeyê dê pêwendiyan danin û hevdîtinan encam bidin." Çelîk tekez kir ku Tirkiye ne dijî destkeftên Kurdan e, lê dijî parçebûna Sûriyê ye.

"Ev pêvajo, hilweşandina PKKê û çekdanînê ye"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk bal kişand ser pêvajoya ku behsa wê tê kirin û got ku divê navê pêvajoyê baş were danîn. Li gorî Çelîk: "Ev pêvajo, çekdanîn û xwehilweşandina PKKê ye. Ev yek beşên Sûriye û Îranê, ango HSD û PJAKê jî li xwe digire. Herwiha rêxistinên darayî û îdeolojîk yên li Ewropayê jî di nav de ne."

Berdevkê AK Partiyê destnîşan kir jî, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di bangên xwe de daxwaza federalî û xweseriyê nekiriye û ev yek Sûriyeyê jî li xwe digire.

Herwiha anî ziman: "Li gel Hewlêr, Bexda û Silêmaniyê mekanîzmayek hatiye danîn û hêzên me yên îstixbaratê dê çavdêriya birêveçûna pêvajoyê bikin. Divê pêvajoya hilweşandin û çekdanînê, bêkêmasî û bi temamî di nava çend mehan de bi encam bibe."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin