
Omêd Xoşnaw: Projeya ava Hewlêrê yek ji projeyên herî dîrokî ye
.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di merasîma vekirina projeya hawarhatinê ya bilez a Hewlêrê de got, "Îro ji bo Hewlêrê yek ji rojên herî dîrokî ye.”
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro (Yekşem, 20ê Tîrmeha 2025ê) di merasîma vekirina projeya hawarhatinê ya bilez a Hewlêrê de got, "Pirsa arêşeya avê xwedî dîrokeke dirêj e. Sal li parêzgeha Hewlêrê du werz bû, werzek ji wan şeş meh rûbirûbûn û amadekariyên ji bo guherîna keşûhewayê û rûdanên lehiyan ku mixabin di zivistana 2021ê de hin kes bûn qurbanî, û şeş mehên din jî rûbirûbûn û amadekariyên ji bo krîza avê bûn ku bi rêyên bizxehmet dihat dabînkirin."
Parêzgarê Hewlêrê amaje jî da, “Amarên 2021 heta 2025ê, li taxên cuda cuda bîrên pêguherk bi xerciya zêdetirî 100 milyar dînaran hatine kolan, di heman demê de 130 milyar dînar ji bo çêkirina rêyên xwezayî yên avrêjên Hewlêrê hatine xerckirin.”
Omêd Xoşnaw ron jî kir, “Tevî vê jî, çar bendavên mezin li Hewlêrê hatine çêkirin ku bandor li ser ava binerd kiriye û metirsiyên lehiyan kêm kirine, ew jî Çemerge, Gomespan, Bestore û Aquban bûn, zêdebarî wan pondên hatine çêkirin û çendên din jî di bin çêkirinê de ne.”
Navbirî tekez jî kir, "Serokwezîr Mesrûr Barzanî her tim bi pirsgirêkên welatiyan re bûye, her tim ji me re gotiye ku em pirsgirêkan çareser bikin, piştgiriya darayî ya tevahî daye me û budçeya pêdivî ji bo projeyan jî pejirandiye.”
Parêzgarê Hewlêrê eşkere jî kir, “Mesrûr Barzanî tevî wê yekê jî her tim tekez kiriye ku, divê pirsgirêka kêmaviyê li Hewlêrê ji kokê ve bê çareserkirin. Dema ku hizira projeya hawarhatinê ya ava Hewlêrê jî derket holê, wî bi tevahî piştgirî da ku Hêmin Group niha bi cih aniye."
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (Yekşem, 20ê Tîrmeha 2025ê) merasîma vekirina qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez bo bajarê Hewlêrê dest pê kir. Ev proje dê heta 30 salên din bajarê Hewlêrê ji kêmaviyê biparêze.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Yekşemê (08ê Îlona 2024ê) kevirê bingehîn ê projeya hawarhatinê ya bilez a ava Hewlêrê danî. Ev proje bi gojimê nêzî 480 milyon dolaran di dema kêmtir ji 550 rojan de dê bê bicîhanîn û dê pirsgirêka kêmaviyêê li Hewlêrê bi rêjeya 100% çareser bike.
Projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez dê heta 30 salên din Hewlêrê ji kêmaviyê biparêze.
Ev proje dê her rojê 480 hezar metrên sêcarkî yên avê paqij bike, herwesa dê ji bo her seetekê 20 hezar metrên sêcarkî bi awayekî 24-seetî ava paqij ji bo vexwarinê ji taxên Hewlêrê re peyda dike.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, ev proje dê di qonaxa yekê de ava paqij ji taxên jêrîn re peyda bike, ku di demên borî de pirsgirêkên kêmaviyêê hebû, di nav de: Reşkîn, 32 Park, Tureq, Bajarê Alanê, Bajarê Diyariyê, Baxluminare, Mamzawe, Qetewî, Jiyan, Rwşenbîrî, Fermanber, Bajarê Zeytûnê, Daretû, Bineslawe, Bajarê Hîranê. Bajarê Zêrînê, Gelawêj, Neynika Bajêr, Berkota Nû, Tacîla Nû, 8 û 5 Hesarok, Hawkarî, Kesnezan, Zîlan, Lawan, Paşeroja Duyê, Endezyar, Aştî û Keleha Nû.
Ev proje dê di çar xetên sereke de di navbera taxan de di navbera cadeya 120 metrî û cadeya 150 metrî de bê bicîhanîn. Proseya wergirtina avê ya vê projeyê dê ji Zêyê Mezin dest pê bike û paqijkirin û parzinandina avê û filterkirin û klorkirina avê li gorî standardên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) û Iraqî tê bicîhanîn.
Bicîhanîna vê projeyê dê pirsgirêka kêmbûna avê li Hewlêrê bi tevahî çareser bike û dê bibe sedema girtina zêdetirî hezar bîrên avê, da ku ava binerd bê parastin û pûç nebe.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin