Omêd Xoşnaw: Ev ne cara yekê ye ku di dema hatina serokên welatan de ala li kela Hewlêrê tê bilindkirin

Omêd Xoşnaw: Ev ne cara yekê ye ku di dema hatina serokên welatan de ala li kela Hewlêrê tê bilindkirin

.

A+A-

Parêzgarê Hewlêrê ragehand ku bilindkirina alaya welatan li ser kela Hewlêrê, mijareke protokuliye û yekem car jî nine ku di dema hatina Serokên welatan de ala li kela Hewlêrê tên bilind kirin.

Şerva borî piştî ku alaya Tikiyê weke pêşwaziyek ji serdana serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan hat hilawêstin, hejmareke zêde kesên ku  şanaziyê bi caşetîbûna faşîst û milîsên Iraq û Îranê dikin, rexneyên cuda cuda kirin.

Di bersivê de parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ji BasNewsê re got: “Ev ne cara yekeme ku di serdana serokên welatan de al li kela Hewlêrê tê bilindkirin û herwaha tenê ala Tirkiyê nine beku belkû alaya Kurdistan û Iraq û Tirkiyê bi hevre hatine çêkirin.’’

Parêzgarê Herlêrê diyarkir, ‘’Eve jî mijareke protokuliye û li hemû Cîhanê karên weha hatine kirin û tên kirin.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin