Ofîsa Serokê Hikûmetê: Êrişa li Lalezarê ji aliyê hêzên YNKyê ve hatiye kirin

Ofîsa Serokê Hikûmetê: Êrişa li Lalezarê ji aliyê hêzên YNKyê ve hatiye kirin

.

A+A-

Ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku aloziyên li Lalezarê pirsgirêkeke di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Eniya Gel de bûye û agahiya wan jê nebûye.

Îro destê sibehê li mal û baregeha sereke ya Eniya Gel a li nêzîkî Otel Lalezarê ya li bajarê Silêmaniyê di navbera hêzên YNK û hêzên Eniya Gel de şer û pevçûnên dijwar qewimîn.

Paşê Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî û du birayên wî yên bi navê Polad û Aso Şêx Cengî hatin desteserkirin û operasyon qediya.

“Em ne agahdar bûn”

Ofîsa Serokê Hikûmeta (Serokwezîr) Herêma Kurdistanê li ser bûyeran ev daxuyanî da:

“Êrişa şeva borî ya li ser Lalezarê ji aliyê hêzên YNKyê ve hatiye kirin û pirsgirêkeke di navbera YNK û Eniya Gel de bûye.

Serokatiya Hikûmeta Herêmê heta kêliyên dawî yên dorpêçkirin û êrişê ne agahdar bû.

Serokê Hikûmetê ji bo ku şer û pevçûn dernekevin hewlên zêde dan lê mixabin êriş hat kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Em ji ber vê bûyerê gelekî dilgiran û xemgîn in û niha, pêwîst e yasa cihê biryarên hizbî û tundiyê bigire û êdî şer û alozî, aramiya Herêma Kurdistanê nexin metirsiyê.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin