NYyê li ser Rojavayê Kurdistanê got: Çi ji dest me bê em dê bikin

NYyê li ser Rojavayê Kurdistanê got: Çi ji dest me bê em dê bikin

.

A+A-

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser Rojavayê Kurdistanê got, “Ji bo jinûveavakirina jêrxaneyê çi ji dest me bê em dê bikin."

Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê New Yorkê Sînan Tuncdemîr rewşa Rojavayê Kurdistanê ji Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric pirsî.

Stephane Dujarric di bersiva pirsekê de got ku ji bo jinûveavakirina jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê çi ji dest wan bê em dê bikin.

Pirs û bersivên Sînan Tuncdemîr û Stephane Dujarric wiha ne:

Sînan Tuncdemîr: Spas, Martin Griffths di Encûmena Asayîşê de daxuyanî da û got ku li Rojavaya Kurdistanê êrişên dawî, bûn sedema wêranbûna ji sedî zêdetir binesazîyan. Di nav de stasyonên elektrîkê û avê jî hene. Gelo Neteweyên Yekbûyî dê alîkarî bişîna ji bo carek din avakirina wan binesazîyan?

Stephane Dujarric: Çi ji dest me were em dê bikin lê ez ê zêdetir agahiyan bi te re paşê parve bikim derbarê pirsa te.

Rudaw: Baş e, Birêz Geir Pedersen hemû aktorên Sûriyeyê vexwand Cenevreyê, gelo di nav wan de Kurdên Sûriyeyê jî hene û Sekreterê Giştî wisa difikire ku divê Kurd jî beşdar bibin?

Stephane Dujarric: Ez wisa difikirim ku Sekreterê Giştî hez dike çi qas dengên cuda mûmkin be divê  wek nûner beşdarê civînê bibin. Herwiha Sekreterê Giştî piştgiriyê dide hemû kar û hewlên Birêz Pedersen.

Zererên êrişên Tirkiyeyê

Êrişên asmanî yên Tirkiyeyê bi dehan milyon dolar zerer û ziyan gihandine jêrxaneyên aborî û tenduristiyê yên Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî nirxandinên destpêkê yên çavkaniyên Rêveberiya Xweser, ziyanên ku êrişên Tirkiyeyê gihandine jêrxaneyên aborî û tenduristiyê yên Rojavayê Kurdistanê bi qasî 56 milyon dolarî ye.

Piştî êrişa 1ê Çiriya Pêşîn a 2023yan a li Enqereyê, ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û Saziya Îstixbaratê ve li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê operasyonên hewayî yên berfireh hatibûn destpêkirin. 

Di wan êrişên Tirkiyeyê de bi dehan binke, sazî, nexweşxane, santralên av û elektrîkê, bîrên pertolê yên Rojavayê Kurdistanê hatibûn bombebarankirin.

Ji bo Rojavayê Kurdistanê bi taybetî di mijara tenduristiyê de alîkarî pêwîst e.

Li gorî daxuyaniyên berpirsên Rêveberiya Xweser, nêzîkî 2 hezar û 600 gund, bajarok û bajar ji elektrîkê bêpar mane.

Di nava van de jî navenda şûştina gurçikan û kargeha oksejînê jî heye.

Ji ber vê sedemê jî jiyana 60 nexweşan ketiye metirsiyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin