NY: Zêdetirî 6 milyon Sûrî pêwîstiya wan bi alîkariyên Zivistanê hene

NY: Zêdetirî 6 milyon Sûrî pêwîstiya wan bi alîkariyên Zivistanê hene

.

A+A-

 Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, Stephane Dujarric got, nêzîkî şeş mîlyon kes li Sûrîyê pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye ji bo rûbirûbûna şert û mercên dijwar ên wezrî Zivistanê.

Dujarric duhî Duşemê di konferanseke rojnamevanî de li New Yorkê ragihand, alîkariyên pêwîst ji Sûriyê re li gorî par, ji sedî 33 zêde bûye.

Dujarric got: “Di nav wan kesên ku ji bo alîkarîyê pêşî li wan tê girtin, kesên bêcih hene ku di konan an stargehên demkî de dijîn, di nav de 800 hezar kesên ku di konan de li bakurê rojavayê Sûrîyayê dimînin, hene.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî tekez kir, nêzîkî 200 milyon Dolar pêwîst e ji bo tijîkirina valahiya darayî, ta ku pêwîstiyên Zivistanê di navbera Cotmeha 2022 û Adara 2023 de werin dabînkirin.

Li gorî OCHA, îsal şiyana Sûriyan a ji bo xweguncandina ligel werzê Zivistanê gelekî kêm bûye, ew jî ji ber berdewamiya xirabûna rewşa civakî-aborî ya ku ji ber daketina nirxê lîreya Sûrî rû daye. ligel hebûna kirîza enerjiyê û elektrîkê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin