NY: Zêdetirî 120 hezar Ukraynî koçber bûne

NY: Zêdetirî 120 hezar Ukraynî koçber bûne

.

A+A-

Wezareta Navxwe ya Polandayê ragihand, ji destpêka operasyonan û heta niha, 100 hezar Ukraynî derbasî wî welatî bûne.

Netewên Yekgirtî ragihand, heta niha zêdetirî 120 hezar Ukraynî reviyane welatên cîran. Wezareta Navxwe ya Polandayê jî ragihand, ji destpêka operasyonan û heta niha, 100 hezar Ukraynî derbasî wî welatî bûne.

Berdevka Komîseriya Bilind a Netewên Yekgirtî ji bo Koçberan Shabia Mantou got: “Nêzîkî 116 hezar kes heta niha sînorên navndewletî derbas kirine û hejmar her xuleyekê zêde dibe.”

Mantou got: “Piraniya wan diçin Polanda, Moldova, Macaristan, Romanya û Slovakya, û hin jî ber bi Belarusê ve diçi, ku hin hêzên Rûsî ji wir derbasî Ukraynayê bûne.”

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Polandayê Paul Svernaker îro ragihand, ji destpêka êrîşa Rûsyayê li ser Ukrayna ve, 100 hezar Ukraynî sînorê Polandayê derbas kirine.

Operasyonên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê derbasî roja xwe ya sêyem bû, di heman demê de ku welatên Ewropî yên ji Ukrayna nêzîk in xwe ji bo pêşwazîkirina li pêleke mezin a koçberên Ukraynî dikin.

Ev yek di demekê de ye, Encûmena Asayişa Navdewletî nekarî projebiryarekê bo şermezarkirina êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê derbixe, ji ber ku vetoya Rûsiya reşnivîsa biryara Amerîkî di Encûmena Asayişê.de hilweşand.

Nûnera herdemî ya Amerîka li Netewên Yekgirtî Linda Tomas Greenfield di axaftina xwe ya li Encûmena Asayişê de bal kişand ser wê yekê, divê her kes bizane ku Rûsyayê şer hilbijart û diyar kir ku projebiryara wan pêşkêş kiriye, êrîşên Rûsyayê şermezar dike û piştgiriya serxwebûna Ukraynayê dike.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin