NY û Fransa: Hikûmeta Sûriyê li Îdlibê êrîşî sivîlan dike!

NY û Fransa: Hikûmeta Sûriyê li Îdlibê êrîşî sivîlan dike!

Netewên Yekgirtî ragihand ku bi sedema êrîşên artêşa hikûmeta Sûriyê, bi dehan welatiyên sivîl li Xûta Rojhilatî Şamê bûne qurbanî. Li aliyekî din Wezareta Derve ya Fransayê jî êrîşênasîmanî yên hikûmetê şermezar kir.

A+A-
Netewên Yekgirtî (NY) ragihand ku bi sedema êrîşên artêşa hikûmeta Sûriyê, bi dehan welatiyên sivîl li Xûta Rojhilatî Şamê bûne qurbanî.
 
Li gorî NYî, li ser dirêjiya 10 rojên şer, heya niha 85 welatiyên sivîl hatine kuştin, bi dehan welatiyên din jî birîndar bûne. Xûta Rojhilat dawîn navçeya opozisyona Sûryê ye li Şama paytexta Sûriyê, piştî şikandina DAIŞê, hikûmeta Sûriyê bi alîkariya Rûsya û Îranê dixwaze desthilata xwe li ser hemû axa Sûryê ferz bike.
 
 
Fransa: Em şermezar dikin!
 

Li aliyekî din Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de got: "Frensa êrîşên firokeyên Hikûmeta Sûryê û yên Beşar Esed li dijî sivîlan û li ser nexweşxaneyan li Idlibê şermezar dike û armanckirina navendên tendirustiyê, yasayên navdewletî binpê dike".

Wezareta Frensî got jî: "Piştî êrîşên ezmanî bi deh hezaran xelkên sivîl li Idlibê neçar bûn ji malên xwe derkevin û mişext bibin".

 

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdilrehman Al-Sanî li ser Twittera xwe nivîsandiye: "Êrîşên hêzên Hikûmetê li ser parêzgeha Idlibê ya ku di nav deverên kêmkirina şer de ye, çareseriya siyasî li Sûryê asteng dike û lipaş dixe û Hikûmeta Sûryê bi bihaneya şerê li dijî komên terorsît, sivîlan û kesên bi ser opozisyonê ve dikuje". Ev nêzîkî du hefteyan, hêzên Hikûmeta Sûryê bi piştevaniya Rûsya dest bi operasyoneke serbazî li rojhilatê Idlibê kirine û karîne bi dehan gundên wê parêzgehê kontrol bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin