NY: Piştî ketina Esed 3 milyon Sûriyeyî vegeriyane

NY: Piştî ketina Esed 3 milyon Sûriyeyî vegeriyane

.

A+A-

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a li Sûriyeyê, zêdetirî 3 milyon Sûriyeyiyên ku li nav welêt koçber bûbûn û yên li welatên cîran bûn vegeriyane malên xwe.

UNHCRê bi boneya salvegera yekem a rûxîna desthilata Beşar Esed daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rûxîna Esed ji bo aştî û aramiya Sûriyeyê pencereyeke hêviyê ya awarte vekiriye û hat diyarkirin ku Sûriyeyiyên koçberbûyî vedigerin malên xwe.

Her wiha hat gotin ku daxwaza vegerê li cem gelek Sûriyeyiyên din jî heye û ev yek ji bo pêvajoya başbûna Sûriyeyê wekî gaveke krîtîk hat nirxandin.

UNHCRê di daxuyaniyê de bal kişand ser wê yekê ku vegera dîrokî ya Sûriyeyiyan hem derfetan û hem jî zehmetiyên lezgîn bi xwe re tîne û wiha got:

"Salek piştî rûxîna rejîma Esed, zêdetirî 3 milyon Sûriyeyiyên koçberbûyî vegeriyan malên xwe.

Lêbelê, ji bo domandina vê rewşê û dabînkirina aramiyê, bi lezgînî pêdivî bi piştgiriya navneteweyî ya zêdetir heye.

Ji Kanûna Pêşîn a 2024an ve, zêdetirî 1,2 milyon Sûriyeyî ji welatên cîran bi dilxwazî û zêdetirî 1,9 milyon kesên ku li nav welêt koçber bûbûn jî vegeriyan warên xwe."

Ji Tirkiyeyê 560 hezar kes vegeriyan

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve herî kêm 170 hezar Sûriyeyî ji Urdinê vegeriyane Sûriyeyê.

Li Libnanê jî heta dawiya kanûna pêşîn, li ser bingeha vegerên piştrastkirî yan texmînkirî, piştgiriya penaberiyê ya nêzîkî 379 hezar Sûriyeyiyan hatiye rawestandin.

Li Misirê ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve dosyayên takekesî yên nêzîkî 28 penaberên Sûriyeyî hatine girtin.

Derbarê Tirkiyeyê de jî ev agahî hatin dayîn: "Li Tirkiyeyê jî par nêzîkî 560 hezar Sûriyeyî bi dilxwazî vegeriyan.

UNHCRê bi hevahengiya rayedaran vegera nêzîkî 420 hezar kesan şopand."

"Sûriyeyî amade ne"

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi jî di daxuyaniyê de nêrînên xwe parve kirin.

Grandî diyar kir ku li Sûriyeyê ji bo bidawîanîna yek ji krîzên herî xeran ên mirovî yên cîhanê derfeteke mezin hatiye bidestxistin.

Grandi got, "Lê eger piştgiriya gerdûnî ya lezgîn nebe, ev pencereya hêviyê dê were girtin.

Sûriyeyî amade ne ku welatê xwe ji nû ve ava bikin. Pirsa sereke ew e ku gelo cîhan amade ye alîkariya wan bike da ku vê yekê bi ser bixin an na."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin