NY: Li Tirkiyê 14.8 milyon kes rûbirûyê kêmxwarinê bûne

NY: Li Tirkiyê 14.8 milyon kes rûbirûyê kêmxwarinê bûne

.

A+A-

Li gor amarên Bernameya Xorakê ya Cîhanî ser bi Neteweyên Yekbûyî, li Tirkiyê zarokên temenê wan di bin 5 salî de %1.7ê wan dem bi dem pirsgirêka wan a kêmxarinê çêdibe û %6ê wan jî berdewam pirsgirêka wan a kêmxwariniyê heye.

Bernameya Xorakê ya Cîhanî amarên Nexşeya Birçîbûnê ya 92 welatan eşkere kir û li gor raportê li 92 welatan bi giştî 866 milyon kes rûbirûyê pirsgirêka kêmxwarinê ne.

Li gor Nexşeya Birçîbûnê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 14.8 milyon kes rûbirûyê pirsgirêka kêmxwarinê ne û li gor sê mehên borî niha 410 hezar û li gor meha borî jî 50 hezar kes li hejmara kesên rûbirûyê pirsgirêka kêmxwarinê zêde bûne.

Li gor amaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya herî zêde ya rûbirûbûna kêmxwarinê li parêzgeha Şirnexê hatiye tomarkirin ku ji sedî 20,25 e.

Li hemû welatên cihanê ji ber şerên berdewam û guherîna keşûhewayê metirsiya krîza xorakê di rojevê de ye û li gelek welatan jî bûye sedema hejariyeke zêde.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ligel van sedeman û girêdayî polîtîkayên aborî yên hikûmetê roj bi roj nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî dadikeve û hêza kirîna welatiyan jî kêm dibe. Rojane nirxê pêdeviyên serekî yên jiyanê zêde dibe û vê yekê jî  bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kiriye.

Li gor amarên TUIKê meha Gulana îsal rêjeya enflasyonê derketiye ji %73.5 lê li gor lêkolîna ENAGê ev rêje zêdetir e û gehiştiye ji %160.76 an.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin