
NY: Ji Ukraynayê 422 hezar kes koçber bûne
.
A+A-
Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku heta niha ji ber êrişên Rûsya bo ser Ukraynayê 422 hezar kes koçber bûne û 100 hezar kes ji cih û warên xwe derketine.
Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) eşkere kir ku heta niha 422 hezar kes ji Ukraynayê çûne welatên cîran.
Berdevka UNCHRê Laura Padoan li ser Twitterê daxwiyaniyek belav kir û tê de ragihand ku ew wek UNCHRê welatiyên ji Ukrayna direvin wek penaber dibînin.
Padoan da zanîn ku heta niha li Ukraynayê ji ber êrişên Rûsyayê û şer bi 100 hezaran kes ji cih û warên xwe derketine.
Herwiha Neteweyên Yekbûyî dibêje, hinek raport gihiştine destê wan ku li Ukraynayê astengî ji xelkê re tên derxistin daku siwarî trênan nebin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin