NY: Îran berpirsê kuştina Mahsa Jina Amînî ye

NY: Îran berpirsê kuştina Mahsa Jina Amînî ye

.

A+A-

Neteweyên Yekbûyî di raporteke nû de dibêje, Îran berpirsê tundûtûjiyê ye û berpirsê kuştina Mahsa Jina Amini ya 22 salî ye.

Rapora yekem a komisyona mafê mirovan a NY dide xûyakirin ku, Îran piştevaniya tundştûjiyê dike . Di Raporê de dibêje: Îranê “hêzeke kujer a nepêwîst û bê hevseng” bikar aniye ji bo ku xwepêşandanên ku piştî mirina Amînî dest pê kirine, rawestîne û hêzên ewlehiyê yên Îranê destdirêjiya seksî li girtiyan kiriye. “
Beşek din a raporê de dibêje: “Kiryarên Îranê tawanên dijî mirovahiyê ne, bi taybetî li ser sivîlan. kuştin, girtin, îşkence, destavêtin û cureyên din ên tundiya zayendî, çewisandin, windakirina bi zorê û kiryarên din ên nemirovane bikar aniye, ev kiryar hemû wek beşek ji êrîşeke berfireh û sîstematîk pêkaniye.

Mahsa Jina Amini di Îlona 2022-an de piştî ku ji hêla polîsên exlaqî ve bi sedema sûcdariya ku serê xwe bi awayê pêwist nenixûmandiye,hat birin û piştre li nexweşxaneyê mir. Kuştina wê bû sedema bahozeke protestoyî ya bi mehan a li welêt ku zêdeyî 500 kes mirin û zêdetirî 22,000 kes jî hatin zîndanîkirin.

Îranê berpirsyariya kuştina wê an jî destdirêjiya li ser wê red kir.

Îran heta niha ti daxuyanî li ser raporê nedaye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin