NY hejmara kuştî û birîndarên sivîl ên li Ukraynayê eşkere kir

NY hejmara kuştî û birîndarên sivîl ên li Ukraynayê eşkere kir

.

A+A-

Netewên Yekbûyî ragihand ku ji 24ê Sibatê vir ve li Ukraynayê 364 sivîl hatine kuştin û 759 sivîl jî birîndar bûne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) amarên derbarê sivîlên di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de parve kir.

Komîserê Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan Filippo Grandî diyar kir ku di dema 10 rojên borî de zêdeyî yek milyon û 500 hezar kesan axa Ukraynayê bicîh hiştine û derbasî nav welatên cîran bûne.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) daxuyaniyek nivîskî belav kir û tê de ragihand ku ji 24ê Sibatê ku Rûsyayê êrîşî Ukraynayê kir heta nîvê şeva 5ê Adarê 364 sivîl hatin kuştin û 759 sivîl jî birîndar bûn.

“Hejmara miriyan zêdetir e”

OHCHR di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje “OHCHR, bi taybetî li heremên di bin destê hikûmetê de û di rojên dawî de li hinek cihên ku şer bidijwarî berdewam e derengketina wergirtina zanyariyan û ji ber ku gelek rapor hîn jî li benda pejirandinê ne bawer dike ku hejmarên rastîn pir zêde ne.”

Herwiha rayedarên Ukraynayê diyar dikin ku hejmara miriyan ji 2 hezarî zêdetir e.

Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî îro Yekşemê, 6ê Adara 2022ê, di Twittekê de belav kiriye ku “di dema 10 rojên borî de zêdeyî yek milyon û 500 hezar kesan axa Ukraynayê bicîh hiştine û derbasî nav welatên cîran bûne.”

Pêleke nû ya koçberiyê

Neteweyên Yekbûyî di beşeke din a Twitta xwe de, amaje bi wê yekê daye ku derbasbûna wê hejmara zêde ya xelkê di dema çend rojên borî de ji Ukraynayê, wiha kiriye krîza koçberiya niha ya rojhilatê Ewropayê wek mezintirîn krîza koçberiyê ya Ewropayê bê danîn piştî bidawîbûna Şerê Duyem ê Cîhanî di warê bilez bilindbûna hejmara koçberan de.

Neteweyên Yekbûyî derbarê wê yekê de hûrgilî nedane ka ew yek milyon û nîv koçber bi ser çi welatan de dabeş bûne, lê li ser bingehê amarên duh êvarê yên Rêxistina Koça Navdewletî:

Zêdeyî 750 hezar kes çûne nav Polanda

Zêdeyî 155 hezar kes derbasî nav Hungarya bûne

Zêdeyî 100 hezar kes çûne nav Moldova

Zêdeyî 100 hezar kes çûne nav Slovakya

Zêdeyî 50 hezar kes çûne nav Rûsya

Zêdeyî 130 hezar kes gihiştine welatên din ên Ewropayê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin