NY: Êrîşên Tirkiyeyê binpê kirina serweriya Îraqê ye

NY: Êrîşên Tirkiyeyê binpê kirina serweriya Îraqê ye

.

A+A-

Beriya du rojan Tirkiye êrîşî çend navçeyan kiribû.

Nuneratiya Netewên Yekgirtî li Îraqê li ser twitterê peyamek derbarê êrîşên esmanî yên Tirkiyeyê yên bo ser Mexmûr, Şingal û çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê belav kiriye.

Di peyamê de nuneratiya NY diyar kiriye ku êrîşên han dibin sedema aloztir kirina rewşa ewlekarî ya deverê û gihandina ziraran bi xelkê medenî.

NY herwiha eşkere kiriye ku ev êrîşên han binpê kirina serweriya axa Îraqê ye û lazime Tirkiye rêzê ji serweriya cîranên xwe bigire û bi rêya diyalogê kêşeyên heyî çareser bike.

Weke tê zanîn du şev beriya niha Tirkiye li dijî PKK û YPGê operasiyoneke berfire ya esmanî lidar xistibû û çend cîh û herêmên curbicur bordiman kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin