
NY: Divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hemû welatiyan biparêze
.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric got, “Divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hemû welatiyan biparêze.”
Stephane Dujarric dilgiraniya xwe ya kûr derbarê raporên li ser tundiya mezhebî ya li Sûriyeyê anî ziman û xwest ku lêpirsîn li ser hemû binpêkariyan were kirin.
Dujarric tekez kir ku divê ew qadeke ewle ji bo hemû welatiyan, bêyî cudahiya netewe û olî, ava bike.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Sînan Tunçdemîr de axivî û berpirsyariya aloziyan xist stûyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê.
Rûdaw: Li gorî rapora Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, herî kêm 1700 kes ku piraniya wan sivîl in, di pêlên tundiyê de hatine kuştin. Piraniya qurbaniyan ji aliyê hikûmetê an jî hêzên girêdayî wê ve hatine kuştin û nêzîkî 300 gumanbar jî hatine diyarkirin. Şîroveya we li ser vê yekê çi ye?
Stephane Dujarric: Me rapora Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan dît ku gelekî mirov aciz dike. Li aliyekî din jî tundiya mezhebî ya vê dawiyê li Sûriyeyê zêde bûye.
Gelekî girîng e ku hikûmet lêpirsîna wan kesan bike, çi girêdayî dewletê bin an jî girêdayî çi aliyekî din bin, divê werin darizandin. Malbatên qurbaniyan mafê wan heye ku bigihîjin edaletê.
Rûdaw: Hefteya borî di civîna Konseya Ewlehiyê de hin dewletên endam got ku hikûmeta demkî hîn raporên tundiyê çend mehên borî neşandine. Gelo Sekreterê Giştî hikûmeta demkî ji ber vê yekê rexne dike?
Stephane Dujarric: Derbarê hikûmeta demkî de, em rêya ku ew bûn desthilatdar dizanin. Ew hatin, bûn desthilatdarên welatekî ku ji 10 salan zêdetir di nav şer de bû û wan ev mîras girtiye.
Gelek pirsgirêk hene ku divê ew pê re mijûl bibin. Em li wir in ku piştgiriyê bidin wan lê tiştên ku divê hikûmeta demkî bike hene.
Bi taybetî jî avakirina qadeke ewlehiyê ye ku her kesekî Sûrî, netewe û olê wî çi dibe bila bibe, divê xwe ewle hîs bike.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin