
Nûrî Şêxo: Em daxwaza piştgiriyê ji Serok Barzanî dikin
.
Hevserokê Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Nûrî Şêxo bi rêya Rûdawê behsa rewşa dawî ya taxên Kurdan ên li Helebê kir.
Hevserokê Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Nûrî Şêxo ragihand ku di encama êrişan de “8 kes şehîd ketine û 48 kes jî birîndar bûne.”
Nûrî Şêxo bangî Serok Mesûd Barzanî kir ku piştgiriya wan bike û diyar kir ku şer 3 saet in didome û got:
"Hemû cureyên çekan li dijî xelkê sivîl hatine bikaranîn.
Di encama êrişan de 8 kes şehîd ketin û 48 kes jî birîndar bûn.
Di nav birîndaran de jin û zarok jî hene."
Şêxo derbarê ziyanên madî jî destnîşan kir ku ji ber êrişan 300 xaniyan ziyan dîtiye û hinek ji wan hilweşiyane û anî ziman:
"Em ji Serok Mesûd Barzanî dixwazin ku piştgiriya xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bike."ç
Serok Mesûd Barzanî jî piştî bangê li ser rewşa Helebê û êrişên li ser taxên Kurdan peyamek belav kir û hişyarî da ku "gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan li wê deverê heye."
Serok Barzanî bangî desthilatdarên Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir ku şer rawestînin û rê li ber rijandina xwînê bigirin.
Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku guherînên siyasî yên Sûriyeyê derfeteke baş bûn ji bo dîtina rêçareyeke guncav ku mafên rewa yên gelê Kurd werin parastin.
"Gefa paqijiya nijadî heye"
Serok Barzanî bal kişand ser rewşa metirsîdar a li Helebê û got:
"Ew rewşa metirsîdar û ew şer û tundiya ku niha li bajarê Helebê heye cihê dilgiraniyeke zêde ye.
Vê yekê metirsî li ser jiyana xelkê sivîl û welatiyên bêsûc çêkiriye û gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan li wê deverê heye."
Banga ji bo desthilatdarên Sûriyeyê
Serok Barzanî ji hikûmeta Şamê xwest ku nakokiyên siyasî nekin nakokiyên neteweyî û wiha axivî:
"Ez ji desthilatdarên Sûriyeyê dixwazim ku nakokiya siyasî nekin nakokiya neteweyî.
Di wan pirsgirêk û girêkên li herêma Helebê de hene, divê rê neyê dayîn welatiyên Kurd li rastî zext û tundiyê bibin û ji cihê bav û kalên xwe werin derxistin û paqijiya nijadî li hemberî wan were kirin."
Banga ji bo HSDyê
Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de bangî HSDyê kir û da zanîn:
"Her wiha daxwazê ji aliyên Kurdî û bi taybetî HSDyê dikim ku tişta ji destê wan tê bikin ji bo rawestandina şer û pevçûnan û rêgirtina li ber rijandina xwîna zêdetir.
Divê her du alî ji bo rêya diyalog û gotûbêjan bixebitin ji bo çareserkirina pirsgirêkan."
Serok Barzanî di dawiyê de hişyarî da ku paqijiya nijadî "tawaneke li dijî mirovahiyê ye û encamên metirsîdar jê derdikevin."
Ev peyama Serok Barzanî piştî wê yekê hat ku îro şer û pevçûn li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dijwar bûn.
Asayîşa taxên Kurdan ên li Helebê jî ragihandibû ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê bi tank û topan êrişî taxan dikin û ciwanên revandî wekî "mertalên zindî" bi kar tînin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin