Nûnerên Platforma Piştgirî û Parastina Şaristaniyê: Bi hêvî ne pêvajoya aştiyê dest pê bike

Nûnerên Platforma Piştgirî û Parastina Şaristaniyê: Bi hêvî ne pêvajoya aştiyê dest pê bike

.

A+A-

Di civîna ku ji bo çapemeniyê girtî dewam kir de hat diyarkirin ku dê hemû nêrîn werin qeydkirin û 2 rojên din dê encamname bi raya giştî re were parvekirin.

 

Hemû nûnerên qada sivîl, civakî û pîşeyî yên ku par li Diyarbekirê di bin banê Platforma Piştgirî û Parastina Şaristanê ya Diyarbekirê de bûbûn yek; îro ji bo çareseriya pirsa Kurd li hev civiyan. Civîna ku piştî axaftinên vekirinê ji çapemeniyê re girtî dewam kir, bi armanca dan û stendina bi beşdaran re hat kirin û endamên platformê diyar kir ku dê encamên sûdewar bi dest bikevin.

 

Hevseroka Jûra Bijîşkan a Şaxa Diyarbekirê Elîf Tûran ji K24ê re got: “Me got em wekî saziyên vê civakê werin cem hev û rewş çi ye, ji bo çareseriya pirsa Kurd saziyên sivîl dê bikaribin çi bikin, em ê hemûyan nîqaş bikin. Li gorî nîqaşan jî em ê encamên vê civînê bi raya giştî re parve bikin.”

 

Pêvajoya aştiyê ya ku ji bo çareseriya pirsa Kurd hatibû destpêkirin, di sala 2013an de êdî bi awayekî eşkere dihat rêvebirin. Ev yek jî di nav Kurdên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bûbû sedema aramiya ku Kurd gav bi gav ber bi maf û azadiyên xwe ve diçin. Ji ber ku nûnerên qada civakî û pîşeyî jî parçeyek ji vê pêvajoyê bûn, loma ew vê civînê ji bo civaka Kurd girîng dibinin.

 

Hiqûqnas û Endamê Baroya Diyarbekirê Sedat Yûrttaş dibêje: “Heta pirsa Kurd çareser nebe, Tirkiye nikare ber xwe bibîne. Ji ber vê jî divê dengekî xurt û di demê de ji civaka sivîl derkeve. Lewra ev gelek girîng e. Ez bawer dikim ku kesên li vê derê civiyane, dê di vî warî de gotinên di cih de bibêjin û careke din bala raya giştî bikişînin ser pirsa Kurd.”

 

Pêvajoya aştiyê, di sala 2015an de ji aliyê Serokwezîrê wê demê û Serokomarê niha yê Tirkiyeyê ve hatibû rawestandin. Ji ber ku dengên Kurdan di hilbijartinan de hevsenga siyasî diguherînin, armanca nûner û rûspiyên herêmê jî ew e ku vê derfetê bi awayekî sûdewar bi kar bînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin