Nûnerên kompanyayên geştyariyê û fenomenên biyanî Amedê didin nasîn

Nûnerên kompanyayên geştyariyê û fenomenên biyanî Amedê didin nasîn

.

A+A-

Grûpeke 30 kesî ya ji nûnerên kompanyayên biyanî yên geştyariyê û fenomenan parêzgeha Amedê didin nasandin.

Di çarçoveya organîzasyonekê de ji welatên Letonya, Lîtvanya, Estonya, Azerbaycan û çend welatên din nûnerên kompanyayên biyanî yên geştyariyê û fenomenan ji bo Amedê hatin vexwendin.

Armanca vî karî ew e ku ev grûp serdana cihên geştyariyê yên Amedê bike û danasîna wan cihan ji bo geştyarên welatên xwe bikin da ku ew jî wekî wan berê xwe bidin Amedê.

Serokê Desteya Nûnertiya Devera Mezopotamyayê ya TURSABê Serdar Baturay got:

“Armanca me ya geştyariyê ya ji bo Amedê di nav 5 salên pêşiya me de 5 milyon geştyar e. Armanca me ji van 5 milyon geştyaran herî kêm ji sedî 25 geştyarên biyanî ne. Em ji bo vê jî kar dikin.

Ew operatorên tûrên geştyariyê û nûnerên kompanyayên geştyariyê ku niha me ew kirine mêvan, dema vegeriyan welatê xwe, dê ew cihên ku li vê derê dîtine, xwarinên ku xwarine û mêvanperweriya ku dîtine, wekî şandeyên çandê ji heval, geştyar, kompanyayên geştyariyê û cîranên xwe re bibêjin.”

Grûpa geştyar li Amed û navçeyên wê çû çend cihên sereke yên dîrokî.

Wan li navenda bajêr xwarinên sereke yên parêzgehê tam kir û derbarê wan de zanyarî wergirtin.

Ew piştre jî çûn Mala Denbêjan a Amedê û guhdariya kilamên Kurdî kirin.

“Me gelek zanyarî li ser bajêr kom kirin”

Fenomena tora civakî ya ji Azerbeycanê Irada Gadirovayê anî ziman:

“Diyarbekir yek ji wan cihan bû ku ji mêj ve ye min dixwest bibînim. Ez gelekî kêfxweş im ku îro li vê derê me. Me çûn cihên dîrokî.

Me gelek zanyarî li ser bajêr kom kirin. Ev dever her tim bi xwarinên xwe navdar e û me jî xwarinên wê tam kirin. Gelekî xweş bûn.”

Ev organîzasyon bi hevahengiya Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê, Yekîtiya Acenteyên Geştyariyê û Saziya Hêlên Esmanî ya Tirkiyeyê hatiye sazkirin.

Biryar e grûpa geştyarên biyanî di çarçoveya vê organîzasyonê de piştî Amedê de berê xwe bide Mêrdîn û Rihayê û danasîna wan her du parêzgehan bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin