
Nûnerên eşîrên Iraqê daxwaz û pêşniyarên xwe pêşkeşî Serok Barzanî kirin
.
Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Gulanê roja Duşemê pêşwazî li hejmarek kesayetî û serokeşîrên ji parêzgeha Enbarê û derdora Bexdayê kir.
Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de şanda mêvan spasiya xwe û pêzanîna xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir, ji ber helwesta wî ya berdewam di parastin û piştgiriya daxwaz û mafên pêkhateyên Iraqê de.
Şandê spasiya mêvanperweriya xelkê Kurdistanê kir ku di rojên tengasiyê û di dema şerê li dijî terorê de bi sedhezaran koçber û aware hewandine.
Di hevdîtinê de, endamên şanda mêvan behsa rewşa parêzgeha Enbarê û maf, daxwaz û pirsgirêkên deverên xwe kirin. Wan Serok Barzanî derbarê çendîn pêşniyar û daxwaziyên xelkê deverên xwe de agahdar kirin û daxwaz kirin ku di proseya hikûmraniyê û saziyên dewletê de hevsengî hebe, û hemahengî, biratî û lihevkirin di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de bihêztir bibe.
Serok Barzanî, piştî bixêrhatina li şanda mêvan, di gotarekê de ronahî xist ser wan şaşî û binpêkirinên ku piştî hilweşandina rejîma berê hatine kirin û tekezî li ser wê yekê kir ku proseya siyasî li Iraqê wê demê serkeftî dibe ku hemû alî pabendî destûrê û prensîpên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê bin.
Serok Barzanî behsa guhertinên li navçeyê, hilbijartinên bê yên Iraqê û awayê parastina Iraqê ji gef û astengiyan kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî bersiva pirs û têbîniyên mêvanan da.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin