Nûnerê Trump li ser êrişa li Kormorê daxuyanî da

Nûnerê Trump li ser êrişa li Kormorê daxuyanî da

.

A+A-

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê Mark Savaya ragihand, ew komên çekdar ên ku bi awayekî neyasayî kar dikin û ajandayên derve yên dijminane wan bi rê ve dibin, êrişî Kormorê kiriye.

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê Mark Savaya li ser êrişa ku şeva borî ya li Qada Gazê ya Kormorê hat kirin daxauyaniyek belav kir.

Mark Savaya di daxuyaniyê de bangî hikûmeta Îraqê kir û got:

"Pêwîst e hikûmeta Îraqê nasnameya berpirsên vê êrişê diyar bike û wan derxe pêşberî dadgehê.

Bila ev yek zelal û eşkere be: Di Îraqeke xwedî serweriya tam de, ti cihê van cûre komên çekdar nîne."

"Em piştgiriya Kurdistaneke bihêz dikin"

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Komên çekdar, ên ku bi awayekî neyasayî kar dikin û bi ajandaya derve ya dijminane tên birêvebirin, doh êrişî qada gazê ya Kormorê kir.

Pêwîst e hikûmeta Îraqê nasnameya berpirsên vê êrişê diyar bike û wan derxe pêşberî dadgehê.

Bila ev yek zelal û eşkere be: Di Îraqeke xwedî serweriya tam de, ti cihê van cûre komên çekdar nîne.

Amerîka bi temamî piştgiriya van hewldanan dike. Dê şopa hemû komên çekdar ên neyasayî û piştgirên wan bê şopandin, em dê rûbirûyî wan bibin û lêpirsîn bi wan re bê kirin.

Amerîka di çarçoveya Îraqeke yekgirtî û aram de piştgiriya Kurdistaneke bihêz dike.

Em Bexda û Hewlêrê teşwîq dikin ku hevahengiya xwe ya ewlehiyê kûrtir bikin û ji bo parastina binesaziya girîng a aborî û enerjiyê ji nêzîk ve kar bikin.

Amerîka pabendbûna xwe ya neguher ducare dike ji bo alîkariya hikûmeta Îraqê di bipêşxistina şiyanên parastinê û avakirina hêzên wê yên niştimanî de.

Bi hev re, em dê berdewam bin li ser parastina çavkaniyên Îraqê, berevanîkirina li serweriya wê û misogerkirina ewlehî û xweşguzeraniyê ji bo hemû welatiyên wê."

Kareba qut bû

Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin.

Li aliyê din, Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê bilançoya ziyan û qutbûna karebayê ya piştî êrişê eşkere kir.

Êriş bû sedema qutbûna berfireh a karebayê li seranserî Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê û Birêvebirê Giştî yê Kontrola Karebayê Umîd Ehmed ji Rûdawê re ragihand, “Sîstema karebaya niştimanî ji ber êrişê bi qutbûneke giştî re rûbirû ma.”

Hilberîna enerjiyê rawestiya

Umîd Ehmed bal kişand ser wê yekê ku hilberîna karebaya Herêma Kurdistanê bi piranî pişta xwe dide gaza xwezayî û ev agahî parve kirin:

“Li Herêma Kurdistanê ji sedî 80yê hilberîna karebayê bi rêya santralên gazê tê dabînkirin.

Di encama êrişê de herikîna gazê ya ji bo santralan bi temamî rawestiya.

Ji ber vê yekê sîstem têk çû û ji sedî 80yê karebaya herêmê qut bû.”

Qada Gazê ya Kormorê

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022, 2023 û 2024an jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin