
Nûnerê MSDyê: Amerîka ji bo dan û standinên bi Şamê re zextê dike
.
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Ebdulwehab Xelîl ragihand ku Amerîka û hêzên derve ji bo destpêkirina dan û standinan a li gel desthilata Sûriyeyê zextê dikin û hişyarî da ku berdewamiya aloziyên li Helebê dê bandorê li hemû herêmê bike.
Ebdulwehab Xelîl beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser şer û pevçûnên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û helwesta Amerîkayê axivî.
Xelîl diyar kir, "Wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk, piştî pevçûnan me li deriyê her kesî xist û me hemû hewlên xwe dan da ku aştî pêk were û rewş çareser bibe."
"Dê ji bo hemû Sûriyeyê bibe metirsî "
Nûnerê MSDyê hişyarî da ku eger alozî ber bi şerekî navxweyî ve biçin ev dê bibe metirsî ji bo hemû Sûriyeyê û got:
"Eger rewşa Sûriyeyê têk biçe dê rengvedana wê li ser hemû herêmê û welatên cîran hebe."
Ebdulwehab Xelîl destnîşan kir ku berjewendiyên derve di derketina van alozî û şerê li Helebê de rol lîstine û wiha anî zimên:
"Piştî dan û standin û peymana HSD û desthilata Sûriyeyê hinek xalên erênî hebûn.
Ev rewşa niha ya ku tê de zêdegavî li mafên Kurdan tê kirin, zererê dide hemûyan.
Çareserî ne bi rêya leşkerî ye, divê çareserî bi rêya dan û standinên Sûriyeyî-Sûriyeyî be."
"Amerîka berjewendiyên xwe diparêze"
Xelîl rexne li helwesta Amerîkayê girt û diyar kir ku Amerîka berjewendiyên xwe dixe pêşiya her tiştî û wiha pê de çû:
"Amerîka dewletek e û berjewendiyên xwe dixe pêşiya her tiştî.
Berê digotin 'Eger li rojhilatê Feratê be em dikarin destwerdanê bikin' lê vê carê Amerîkî jî li wir amade bûn.
Ev cara yekem e ku pereyan rasterast didin hikûmeta Şamê. Tiştekî nû heye. Amerîka dixwaze têkiliyên hevseng çêbike."
Peymana Sûriye û Îsraîlê
Berpirsê Pêwendiyan ê MSDyê bal kişand ser hevsengiyên navneteweyî û got:
"Hevsengiyên navneteweyî di êrişa li taxên Kurdan ên Helebê de rol lîst.
Bi taybetî peymana ewlehiyê ya di navbera Sûriye û Îsraîlê de ya bi navbeynkariya Amerîkayê, wiha kir ku Tirkiye zextê bike da ku di wê peymanê de were razîkirin."
Banga li garantoran
Ebdulwehab Xelîl daxwaz ji welatên zilhêz kir ku rola xwe ya exlaqî û mirovî bilîzin û got:
"Em daxwazê ji Amerîka, Fransa û Hevpeymaniya Navneteweyî dikin ku wekî garantor rola xwe bilîzin.
Li Helebê guherîna demografîk tê kirin, destdirêjî li ser Kurdan heye. Divê ew welat bibin garantorê bicihanîna peymanan."
Xelîl herî dawî diyar kir ku helwesta Amerîkayê hîn "mijûman" e û divê şefafiyeteke zêdetir di helwesta wan a li hemberî bûyerên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê de hebe.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin