Nûnera Herêma Kurdistanê: Îro em hemû piştgiriya Amedsporê dikin

Nûnera Herêma Kurdistanê: Îro em hemû piştgiriya Amedsporê dikin

.

A+A-

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Beyan Samî Ebdurrehman diyar kir ku nijadperestî û tundiya li qadên futbolê nayên qebûlkirin û got, "Îro em hemû piştgiriyê didin Amedsporê."

Lîstikvanên Amedporê li bajarê Bursayê hem berî lîstika bi tîma wî bajarê li otela dima rastî êrîşê hatibûn hem jî di dema lîstikê de ji aliyê lîstikvanên Bursasporê ve rastî erîşa hatibûn û sloganên nijadperest li dijî wan hatibûn bilindkirin.

Herwiha Di dema lîstikê de li nava stadyumê pankarta otomobîla Torosa Spî û wêneyên kujerê bi navê Yeşîl ji aliyê alîgirên Bursasporê ve ve hatine bilindkirin. Wan wêneyan, di nava raya giştî ya Kurdî de gelekî deng vedan. Traumayên salên notî, careke din vejiyan ku wan salan bi hezaran kes ji aliyê kujerên weke Yeşîl ve, bi wan torosên spî ji malên wan birin, bi awayekî hovane kuştin.

 Vê yekê gelk karvedanan ligel anîn û heta niha jî  karvedanên  wan êrişên nijadperstî berdewam in.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Beyan Samî Ebdurrehman jî yek ji wan kesan bû ku li hemberî vê yekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn nîşan da.

Beyan Samî Ebdurrehman dibêje: “Ev cureyê nijadperestî û tundiya ku divê di lîstika futbolê de pêk neyê, nayê qebûlkirin. Îro em hemû piştgiriya Amedsporê dikin. Nîjadperestiya li dijî Kurdan, qadên futbolê yên li rojavayê Tirkiyeyê qirej dike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin