Nûçegihanê PİRHAyê Dîren Keser hat girtin

Nûçegihanê PİRHAyê Dîren Keser hat girtin

.

A+A-

Nûçegihanê PİRHAyê Dîren Keser ji ber nûçeyên ku çêkirine û parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî 21 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştî ku cezayê Keser hat pejirandin ew birin Girtîgeha Tarsûsê.

Nûçergihanê Ajansa Nûçeyan a Pîr (PİRHA) Dîren Keser ji ber nûçeyên ku çêkirine û parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî di danişîna biryarê de ya ku di 26ê Kanûna Pêşiya 2017an pêk hat de 21 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştî ku cezayê Keser hatiye pejirandin polîs duh êvarê çûne mala wî û ew girtine. Her weha piştre jî şandine Girtîgeha Tarsûsê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin