Nûçegîhana Rûdawê  Şîfa Gerdî li Misûlê şehîd bû

Nûçegîhana Rûdawê Şîfa Gerdî li Misûlê şehîd bû

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê peyamên sersaxîyê belav kirin.

A+A-

Tora medyayî ya Rûdawê daxuyaniyek belav kirîye û te ragehandîye ku, di 25.02.2016 di dema rûmala bûyerên şerê Mûsilê de, ji ber teqîna bombeyeke vedayî rojnamevana wan Şîfa Gerdî şehîd bû û wênegirê wê Yûnis Mistefa jî birîndar bûye.

Şîfa Gerdî yek ji kadroyên herî çalak û jêhatî yên Tora Medyayî ya Rûdawê bû. Ji destpêka damezrandina televizyona Rûdawê ve, stêrkeke diyar a ekrana Rûdawê û medyaya kurdî bû.

Herwiha di daxuyaniyê de dihê gotin:"Şehîdbûna Şîfa Gerdî xemeke mezin gihand Tora Medyayî ya Rûdawê û rojnamevanên Kurdistanê û cihê wê nayê tijekirin."

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê peyamên sersaxîyê belav kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di beyana xwe de dibêje; “Bi xemeke mezin ve nûçeya şehîdbûna rojnamevan Şîfa Gerdî gihîşt min ku roja şemî 25.02.2017 li dema encamdana erkê rojnamevaniyê li bajarê Musilê şehîd bû. Şehîdbûna Şîfa dûpatkirina rol û pêgeh û qurbanîdana jin û xortên serbilindên welatê me ye li karwana xebat û xweragirî û rewşengeriya gelê Kurdistanê de. 

Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî we û hevkarên wê yên li tora medyayî ya Rûdaw û hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim. 

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê pakê şehîd Şîfa bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bibexşê hemû aliyek.”

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê bi beyanekê sersaxîyê ji malbata Şîfa Gerdî û ji û heval û dost û hezkirîyên wê û herweha  ji hemû xebatkarên  Tora Medyayê ya  Rudawê re xwestîye û ji Yûnis Mistefa re jî şîfaya xêrê daxwaz kiriye.

Di beyanê de dihê gotin; "Di şerê Mûsilê de, ji ber teqîna bombeyeke vedayî rojnamevana jêhatî ya Rûdawê Şîfa Gerdî şehîd bûye û wênegir Yûnis Mistefa jî birîndar bûye. Şîfa Gerdî di nav Tora Medya ya  Rudawê da xebatkareke jêhatî bû."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin