Nûbiharê “Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan” çap kiriye

Nûbiharê “Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan” çap kiriye

.

A+A-

Berhevkar Mihyedînê Mihemedê Remo, gotinên pêşiyan ên herêma Torê berhev kirine.

Nûbiharê pirtûka bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan” û ya bi navê “Şahnameya Kurdan” çap kiriye.

“Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan” di encama xebata berhevkariyê de amade bûye. Berhevkar û amadekarê vê pirtûkê Mihyedînê Mihemedê Remo ye. Remo bi xwe jî ji wê herêmê ye û li ser vegotin û devoka Torê sekiniye. Di çîrok û çîvanokên pirtûkê de, bi rêya diyalogan hewl daye devoka herêmê biparêze.

“Şahnameya Kurdan”

Nûbiharê pirtûka Mela Ehmedê Palo ya bi navê “Şahnameya Kurdan / Civîna Nemiran” çap kiriye. Pirtûk ji du bergan pêk hatiye û helbestvanî navê berga yekem daniye “Civîna Nemiran” ya duyem jî “Civata Nemiran û Şoreşên Kudî”.

Di berga yekem di Palo behsa lehengên kurdan ên dîrokî bi teknîkeke monolog daye axaftin. Di ya duyem de helbestvanên kurd ên serdema klasîk li gorî mantiq û honandineke şanoyî daye axaftin. Di herdu bergan de nêzîkî şeş hezar beyt hene.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin