Nivîskarê navdar Selman Ruşdî hat kêrkirin

Nivîskarê navdar Selman Ruşdî hat kêrkirin

.

A+A-

 Nivîskarê navdar Selman Ruşdî yê ku Xumeynî li ser wî fetwaya kuştinê derxistibû îro li New Yorkê hat kêrkirin. Ruşdî ji ber pirtûka xwe ya bi navê Ayetên Şeytan' li seranserê cîhanê rastî protestoyên mezin û gefên kuştinê lê dihat xwarin.

Nivîskarê Amerîkî-Brîtanî ku bi esl Hindistanî Selman Ruşdî ku di sala 1989an de ji ber pirtûka xwe ya bi navê “Ayetên Şeytan” fetwaya kuştinê hatibû dayîn û gef lê hatibû xwarin, li New Yorkê rastî êrîşê hat.

Li gorî nûçeya BBC Tirkî, Ruşdî ji ber ku di pirtûka wî ya “Ayetên Şeytan” de tê îdiakirin ku heqaretê li olê dike, bi salan gefa kuştinê lê dihat xwarin, ji ber vê yekê Ruşdî neçar ma ku demek dirêj veşarî bijî.

Ruşdî di dema li Enstîtuya Chautauqua di çalakiyekê de axavtinek dikir, rastî êrişê hat.

 

Nivîskar Salman Rushdie hat kêrkirin

Şahidên bûyerê dibêjin, ku kesek derketiye ser dikê û bi kêrê êrişî Ruşdî kiriye. Piştî êrişê Rushdie bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyê û derbarê tendirustiya wî de heta niha ti agahî nînin.

Polîsê New Yorkê di derabrê êrişa li ser Salman Rushdie daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Polîsê New Yorkê di daxuyaniyê de ragihand  “Di 12ê Tebaxa 2022an de, di demjimêr 11ê sibehê de, gumanbarek mêr derket ser dikê û êrişî Rushdie  û hevpeyvînvanek kir. Rushdie ji stûyê xwe bi kêrê birîndar bû û bi helîkopterê bo nexweşxaneyeke herêmê hat veguhestin. Rewşa wî hêj nayê zanîn.

Hevpeyvînvan ji serê xwe sivik birîndar bû. Tîmên wîlayetê yên ji bo bûyerê hatibûn wezîfedarkirin tavilê gumanbar binçav kirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin