Nivîskaran li Rihayê hişyarî da: Dem dema Kurdî ye

Nivîskaran li Rihayê hişyarî da: Dem dema Kurdî ye

.

A+A-

 Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistasnê Pêşangeha 8emîn a Pirtûkan a Rihayê dest pê kir.

Zêdetirî 100 weşanxaneyan di pêşangehê de cihê xwe girtiye ku di nav wan de weşanxaneyên Kurdî jî hene.

Di çarçoveya pêşangehê de dê gelek nivîskar bi xwîneran re bên cem hev û panelan li dar bixix.

"Dem dema zimanê Kurdî ye"

Nivîskar Abdulkadîr Gok bal kişand ser asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî û got:

"Gelek weşanxane tevlî vê pêşangehê bûne. Gelek weşanxaneyên Kurdî jî hene, wekî Sîdar û Nûbiharê.

Di demên dawî de li ser zimanê Kurdî asîmîlasyoneke mezin heye.

Pêwîst e ku rewşenbîr, ronakbîr û zanayên me pirtûkên Kurdî bixwînin û bi zarokên xwe bidin xwendin.

Dem dema zimanê Kurdî ye. Asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî bi vî awayî dikare bê rakirin."

"Em dixwazin milet zimanê xwe nas bike"

Berpirsê Weşanxaneya Nûbiharê Nurî Ramanî jî diyar kir ku hêviya wan ji pêşangeha Rihayê zêde ye û wiha axivî:

"Wekî Weşanxaneya Nûbiharê li ser çand, dîrok, edebiyat, ziman û zarokan gelek pirtûkên me hatine çapkirin.

Di van pirtûkan de jî li ser erd û dîroka Kurd û Kurdistanê û klasîkên Kurdî yên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Melayê Batê gelekî bala milet dikişînin.

Di warê rêzimanê de jî gelek xebatên me hene. Em dixwazin ku milet were dîrok, çand û zimanê xwe nas bike û bixwîne."

"Lazim e em dîroka xwe zanibin"

Di pêşangehê de gelek pirtûkên nû hatine çapkirin jî cara yekem gihîştin ber destê xwîneran.

Nivîskar Îzzettîn Gok da zanîn ku pirtûka wî ji 5 cildan pêk tê û got:

"Di dîroka Kurdan de di vê sedsala dawî de em bala xwe didinê, miletê Tirk û Ereb û Faris dibêjin Kurd ji me ne.

Lê dema em li dîroka Kurdan dinêrin, ji 10 hezar salan û vir ve, Kurd di eslê xwe de bapîrê van qewman e.

Cîhan bi çand û kultura Kurdan bi pêş ketiye. Lazim e em dîroka xwe zanibin û em zanibin ji ku hatine."

Heta 30ê mehê vekirî ye

Pêşangeha 8emîn a Pirtûkan a Rihayê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ve hatiye organîzekirin 21ê Çiriya Paşîn dest pê kir.

Pêşangeh dê heta 30ê Çiriya Paşîn her roj di navbera 10:00ê sibehê û 20:00ê êvarê de vekirî be.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin