Nivîskara Tirk Agaoglû koça dawî kir

Nivîskara Tirk Agaoglû koça dawî kir

Nivîskar Adalet Agaoglûyê, di 90 salîya xwe de koça dawî kirîye. Agaoglû ev demeke ku nexweş bû û li nexweşxaneyê dihate dermankirin.

A+A-

Adalet Agaoglû, yek ji navên girîng ên edebîyata Tirkîyeyê, di 90 salîya xwe de mirîye.

Agaoglû, ev demeke ku nexweş bû û li nexweşxaneyê di beşa nexweşîyên giran de dihate dermankirin.

Semîh Gumuş, rexnegir û weşanger piştî mirina Agaoglûyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsîye:

“Vê sibê Adalet Agaoglû ji nav me bar kirîye. Yek ji girîngtirîn nivîskara edebîyata me bû. Romanên wê gelekî taybet bûn. Bêyî ku ez wê nas bikim, min derbarê du romanên wê de du pirtûkên biçûk nivîsandibûn. Paşê me hev nas kir. Em gelekî axivîn. Kekê Halîm, ew ê di vî fotografî de ew jî mirovekî gelekî taybet bû. Her tişt gelekî xemgîn e.”

Adalet Agaoglu, Di sala 1929an de li Enqereyê ji dayik bûbû. Di sala 1950yî de Beşa Ziman û Edebîyata Fransizî ya Zanîngeha Enqereyê pedandîye.

Di sala 1946an de ji bo Rojnameya Ulusê nivîsên rexneyê yên li ser şanoyê nivîsandîye. Li Radyoya Enqereyê û li TRTyê gelek kar kirine. Helbestên wê di kovara Kaynakê de hatine çapkirin. “Bir Oyun Yazalım” (Em Lîstikekê Binivîsin), şanoya wê û Sevim Uzgorenê bi hev re nivîsandine di sala 1953yan de li Enqereyê hatîye lîstin.

“Ölmeye Yatmak” romana wê ya yekem e û di sala 1973yan de çap bûye. Di sala 1976an de “Fikrimin İnce Gülü”, di 1979an de jî “Bir Düğün Gecesi” hatine weşandin. Bi vê romana dawîyê Xelata Edebîyatê ya Weqfa Sedat Simavîyî di sala 1979an de û Xelata Romanê ya Orhan Kemalî jî di sala 1980yî de bi dest xistîye.

Yek ji avakarên Komeleya Mafên Mirovan (İHD) e k udi sala 1986an de hatîye avakirin. Di Tîrmeha 2005an de dest ji endamtîya IHDyê berda ye.

Roman, çîrok, şano, bîranîn, ceribandin û name jî tê de bi gelek cureyan bi dehan pirtûk nivîsandîye. Bi dehan jî xelat wergirtîye.

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin