NICEF: Ji ber erdhejê 850 hezar zarok bê mal mane

NICEF: Ji ber erdhejê 850 hezar zarok bê mal mane

.

A+A-

 Piştî mehekê hêj şopên erdheja 6ê Sibatê, li her devera Dîlokê xuya dikin û dikevin çavan. Wêraniya mal û avahiyan li aliyekî, zirareke zêde gihîştiye xelkê bajar û bi taybetî zarokan. UNICEF hewil dide alîkariyên serekî ji bo bi milyonan zarok dabîn bike.

Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê piştî mehekê hêj eserên erdheja 6ê Sibatê, bi sîmaya bajêr ve xuya ne. Ji xeynî wêrankariyê, zerareke zêde gehiştiye xelkê jî, bi taybetî zarokan.

Derbarê vê yekê de Balyozê Nêtpakî Li UNICEFê Cedi Osman dibêje: “Bi milyonan zarok, bi milyonan pêwîstiya wan bi hevkariyê heye. Rêxistina UNICEFê li deverê ye û hevkariyên serekî dabîn dike. Lê divê karê zêdetir bê kirin.”

Li gor UNICEFê, ji ber erdheja meha borî, 850 hezar zarok bê mal û 2 milyon û 500 hezar zarok jî pêdiviya wan bi alîkariya bilez heye. Li Sûriyê erdhejê zerar gihandiye 3 milyon û 700 hezar zarokan. Li Tirkiyê UNICEFê daxwaza 196 milyon dolar hevkarî kiriye û li Sûriyê jî daxwaza 172 milyon dolaran kiriye.

Rêxistina UNICEFê dibêje, zarok qurbaniyên sereke yên erdheja 6 Sibatê ne.

Hadise Açikgoz ku li UNICEFê mafê zarokan diparêze dibêje: “Piştî erdheja karesatbar ku bandor li jiyana bi milyonan kes kir, lê zarokan baca herî giran dan, hinekan xweştiviyên xwe ji dest dan û malên wan neman. Ji xwendinê bêbeş bûn û rûbirûyê trawmayê bûn.”

Balyoza Tirkiyê Li UNICEFê Tuba Buyukustun jî dibêje: “Jiyana bi milyonan kes ji saniyeyekê de guherî. Lê zerara herî zêde gehişte zarokên me. Di demeke kurt de ew bê dayîk, bav, mal û dibistan man û ji roja yekem ve me hewl daye birînên laşî û derûnî yên zarokan bikewînin.”

Li gor UNICEFê, heta niha hevkariya zêdeyî 163 hezar zarokan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û zêdeyî 130 hezar zarokan jî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin