Nêzîkî 100 malbatên Efrînî vegeriyan cih û warên xwe

Nêzîkî 100 malbatên Efrînî vegeriyan cih û warên xwe

.

A+A-

Koçberên Efrînê, ku ji navçeya Şehba vedigerine cih û warên xwe, ji aliyê kesûkar û mirovên xwe ve, têne pêşwazîkirin.

Li gorî zanyariyên ku bi dest Rûdawê ketine, di dema 2 mehên borî de, nêzîkî 100 malbatên koçber ji Heleb û Şehbayê vegeriyane nahiyeya Mabata û gundên wê.

Rêxistina “PEYVA ME” ya Mafên Mirovan, hin dîmen û zanyarî gihandine Rûdawê.

Di nav de jî, endamekî Komîteya Xwecihî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDKS)ê, li Efrînê, ji Gundê Hisê yê Mîrkan, daxwazê li koçberên Efrînê dike ku vegerin cih û warên xwe.

Endamê Komîteya Xwecihî ya PDKSê li Efrînê Enwer Sîno got: “Rêz û silav ji we re gelî Kurdan gelê ku ji Efrînê derketine, yên li kampan jiyana xwe li Şehba, li Helebê derbas dikin, vegerin, milet gelek vedigerin Efrînê gundên xwe, ser cih û warên xwe. Nav milkên xwe, nav zeytûnan û nav rezan. Mal û xaniyên xwe werdigirin. Eger em derbas bibin û bên, kesek nikare demografyaya navçeya me biguhere, em hêvîdar in, her yekê li wê derê rewşa wî, weke dibêjin, zehmet e, û dibêje ez bi kêf im, bila vegere ser cih û warên xwe, dê jê re baştir be.”

Welatiyekî ku ev çend roj in, ji Şehbayê vegeriyaye Efrînê, ji koçberên din jî dixwaze ku vegerin ser mal û milkên xwe.

Nişteciyek ji gundê Hisê Mîrkan li Mabatayê jî dibêje: “Ez û zarokên xwe hatin, spas ji Xwedê re em bi selametî gihiştin vê derê, û wan gotinên li derve dibêjin, ne wiha ye, kesekî îşê xwe ji me neaniye. Em rehet in û hatine mala xwe û me mala xwe jî wergirt, spas ji Xwedê re. Milkê me jî heye, û ez Mistefa, dibêjim, her kesê vegere, gunehê min di stûyê wî de, bila vegere.”

Ji 2018yan ve, 5 sal di ser derbiderbûna derdora 300 hezar welatiyên Herêma Efrînê re, derbas dibin.

Lê hin bi hin beşek ji wan koçberan vedigerin cih û warên xwe.

 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin