Newşîrwan Mistafa li Sileymanîyê bi girseyî hat oxirkirin!

Newşîrwan Mistafa li Sileymanîyê bi girseyî hat oxirkirin!

Li bajarê Silêmaniyê 2 roj şînî hatiye ragihandin û alaya Kurdistanê li ser fermangehên hikumî heya nêvî anîne xwarê

A+A-

Merasîma veşartina Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa di 20ê Gulana 2017ê de li Girê Zergete ya Silêmaniyê bi amadebûna hezaran û serkirdeyên partiyên siyasî birêve çû.

Newşîrwan Mistefa 19ê Gulanê de li Sileymanîyê wefat kiribû û 73 salî bû.

Di merasîmê de Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî, Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Hakim Qadir, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn, Sekreterê Giştî yê Komeleya Islamî ya Kurdistanê Elî Bapîr gotar pêşkeş kirin û behsa jiyana Newşîrwan Mistefa kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, YNK, PDK-Iraq, PAK, PSK, PYD, HDP, KCD, OSP peyamên sersaxîyê dan malbata Newşîrwan Mistafa û Tevgara Gorannê.

Ji ber koça dawî ya Newşîrwan Mistefa, li bajarê Silêmaniyê 2 roj şînî hatiye ragihandin û alaya Kurdistanê li ser fermangehên hikumî heya nêvî anîne xwarê.

Yekem roja taziya Serokê Giştî yê Tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê li mizgefta Ehmedî Hacî Elî dibe, roja duyem jî berpirsên Goranê û endamên binemala wî têne Hewlêrê û li mizgefta Sewaf taziyê datînin lê wê di heman demê de li Silêmaniyê jî berdewam be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin