Vekirina Parlamentoya Kurdistanê, rêzlêgirtina îradeya gel û yekrêzîya nav mala kurd
CANO AMEDÎ
Hilbijartina şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 20ê Cotmeha 2024an de hate lidarxistin. Ji wê rojê heta roja 04.11.2026ê, Parlamentoya Kurdistanê ji bo hilbijartina serokê parlamentoyê û desteya rêvebirîya xwe necivîyabû. Herweha, ji ber ku parlamentoyê ev hilbijartinên xwe pêk neanîbû, nikarîbû Serokê Herêmê jî hilbijêre û ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nikarîbû tu prosedur destpêbikira.
Piştî hilbijartina ku roja 20.10.2024ê de lidarketibû, du salan şunda, tevî pirsgirêk û kêşeyên heyî, Parlamentoya Kurdistanê roja 04.11.2026ê, bi beşdarîya 52 parlamenteran civîna xwe lidarxist.
Di parlamentoya Herêma Kurdistanê de 100 parlamenter hene, ji bo parlamento bikaribe bicive divê ji %51ê parlamenteran beşdarî wî civînê bibin. Bi wê maneyê, beşdarîya 52 parlamenteran vê prosedura yasayî bicîh tîne.
Parlamenterên YNK, Nivşê Nû, Helwest û Yekgirtû, Komele beşdarî civîna parlamentoya nebûn.
Parlamentoya Kurdistanê, wekî bilindtirîn rêvebiriya îradeya siyasî û civakî ya miletê Kurd, di dîroka têkoşîna demokratîk de xwedî roleke bingehîn e. Heta roja 04.11.2026ê, necivandina parlamentoyê, zerareke mezin gîhand prestij û destkeftina kultura demokrasîyê ya li Herêma Kurdistanê.
Di sedsala 21an de, statû û pêşeroja neteweyan, bi çawaniya birêvebirina wan a li ser bingeha dadwerîya gerdûnî û nirxên demokratîk ve girêdayî ye. Parlamentoya ku bi rêya dengên azad ên gel tê hilbijartin, qada herî guncaw a rêvebirina neteweyekê ye ku ji bo nîqaşên azad, pirrengî û çareserkirina pirsgirêkên welat û civatekê ya bi rêyên aştiyane.. Demokrasî ne tenê hilbijartin e; ew çandeke bi domdarî parastina mafên hemwelatiyan, azadiya ramanê û berpirsiyariya sazûmanî ye.
Ji bo miletê Kurd, hebûna sazî û dezgehên fermî yên wekî parlamentoyê, mertala herî girîng a parastina statûya siyasî û destûrî ye. Başûrê Kurdistanê, di qada navneteweyî û herêmî de xwedî giraniyek stratejîk e; lewra yekrêziya navxweyî û lihevhatina di nav hêzên siyasî de, mifteya parastina destkeftîyên heyî û hêvîya desthilatdarîyek kurdistanî ye. Ger di nava hin hêzan de lihevhatin ne mumkun be jî li gorî destûrê misogerkirina rêvebirina erka îradeya welatî pêwîst e! Di vê çarçoveyê de, parlamento ne tenê qanûnan derdixe, ew di heman demê de qada tifaqa neteweyî û çarenûsa hevpar e.
Pêkanîna aramiya siyasî û ewlehiyê, mîsogerkirina mafên jinan, ciwanan û hemû pêkhateyên neteweyî û olî, wê statûya Kurdan di asta gerdûnî de xurttir û meşrûtir bike. Ji bo pêkvejîyanek rasteqîn, temsilkarîyek demokratik û hiqûqî, parlemento sîwanek esasî ya îrada hemî welatîyan temsîl dike. Ji bo serwerîyek demokratik û jiyanek azad pêwîst e ku civat li ser bingeha azadî, wekhevî û edaletê tevbigere û çanda pêkvejiyanê li gorî destûra bingehîn bipejirîne.
Çareserîya nakokîyên civakî, sîyasî û problemên heyî bi rîya diyalog û hişmendîya niştimanperwerî, li gorî pîvanên xwedîlêderketinê berjewendîyên neteweyî pêkan e! Parastina statuya heyî û hewldanên serwerîyek esasî bi tifaq û yekrêzîya alîyên kurdistanî mumkun e.
Bi qeneeta min, tiştê ku di dilê her kurdistanîyekî Başûrê Kurdistanê de ew bû ku, hemû parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê beşdarî civînê bibûna û desteya rêvebirina parlamentoyê bi hev re hilbijartina. Lê mixabin ev yek pêknehat.
Lê helbet ku necivandina parlamentoyê jî tune hesibandina îradeya hilbijêrên Başûrê Kurdistanê ye, binpêkirina kultura demokrasîyê ya li Herêma Kurdistanê ye.
Di roja 04.11.2026ê de civandina Parlamentoya Herêma Kuridstanê, li gel hemû kêmasî û rîskan jî, hem pêkanîna prosedureke yasayî ye, hem jî bicîhanîna parastina rûmeta parlametoyê bi xwe ye.
Bi xurtkirina têkiliyên li ser bingeha berjewendiyên giştî, parastina nirxên demokratîk û bilindkirina asta jiyana civakê, em dikarin bibêjin ku Parlamentoya Kurdistanê wê ne tenê yasayan çêke û bimeşîne, lê ji bo tevahiya miletê Kurd wê bibe mîmarê sereke yê pêşerojeke geş, azad û bi rûmet jî.
Em hêvî dikin ku hemû alîyên sîyasî li gorî hiqûqa gerdûnî û ya navxwoyî, li gorî çanda demokratik erkên desthilatdarî û muxalefetbûnê, li ser rêbaza berjewendîyên miletê Kurdistanê esas bigirin û erkên xwe yên neteweyî bi cîh bînin û li gorî wê tevbigerin.
Em hêvî dikin ku, rêyek bê peydakirin da ku parlamenterên beşdarî civîna parlamentoyê nebûne jî beşdarî civînên parlamentoyê bibin, bi lihevkirinek berfireh, hewce be ji nû ve hilbijartina desteya rêvebirîya parlamentoyê jî di nav de, serokê herêmê û hikûmeteke hevbeş bê hilbijartin.
Di demek ku pêşhateyên girîng û dîrokî li Rojhilata Navîn rû didin, ji bo berjewendîyên neteweyî, niştimanî, yêkrêzîya nav mala kurd zerûrîyetek bingehîn e. Ez di wê bawerîyê de me ku wek mercîyeteke neteweyî Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, bi hişmendîya xwe ya neteweyî, bi tecrubeyên xwe, dê rê nede wê yekê ku, li Herêma Kurdistanê pirsgirêkên heyî kûrtir bibin, alozîyên nû derkevin.
04.11.2026
Cano Amedî


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin