Newroz, Li Palamentoya Almanya-Berlîn!

Newroz, Li Palamentoya Almanya-Berlîn!

.

A+A-

Civaka Kurd li Almanya yê wek her sal, îsal jî li Parlamentoya Almanya yê – Berlînê  bi beşdarîya 300 kesayet û berpisên civakî û sîyasî Newroza îsal (2024/2724)  pîroz kir.

Do 19.03.2024 Civaka Kurd li Parlamentoya Almanya- Berlîn ê bi kurte muzîkekî resepsîyona pîrozbahîya Newrozê ya 2024/2724 destpê dikin.
 

Piştê vekirina bi muzîkê serokê Civaka Kurd Alî Ertan Toprak bi silavekî û xêrhatinê sipasê hemî beşdaran kir. Di vî kurte axaftina xwe de carekî din îşaret bi pêwistîya serxwebûna Kurdistanê kir û di vî warî de pêngavên zelal ji Almanya yê xwest. Di berdewamîya axaftina xwe de da dîyar kirinê ku hebûna serokê CDU birêz Friedrich Merz, Seroka SDPê xanim Saskia Esken, sekreterê giştî yê FPD birêz Bijan Djir-Sarai, û birêzan parlamanter û sîyasetmedarên din yên hemî partîyên demokrat yê parlamentoyê wekî nîşana peywendîyekî bi hêz di navbeyna civaka piranîyê û civaka kurd de a Almanyayê de dibînin. Dîsa birêz Umid Norî Pour, serokê Die-Gruenen, di peyamekî vîdeoyî de ji mêvanan re axifî. Beşdaran di sohbet û axaftinên xwe de Civaka Kurd li Almanya-KGD weke hevkarekî giring dinirxandin û hevxemîyên xwe bi gelê Kurd re dianîn ziman.

Xebata KGD'ê li derve jî bi erêkirinê re rû bi rû dimîne.

Balyozê Îsraîl birêz Ron Prosor û Nûnerê Bilind ê Kurdistanê birêz Dilşad Barzanî ji beşdarê vê merasimê bûn.

Balyoz Prosor hevgirtina Îsraîlê bi gelê Kurd re dupat kir û pêşniyar kir ku resepsiyona sersala 2025an li Balyozxaneya Îsraîlê were lidarxistin. Tevgerek taybetî ya ku em pir teqdîr dikin.

Herwiha di pîrozbahîya Newrozê de, ji karên wê yên girin li dij nîjadperestîyê xelata rûmetê pêşkêşê XatûnSerpil Temiz Unvar ku kurê wê di 2020 de li Hanauyê bû qurbana êrîşa nîjadperestan kirin. Û KGD vî karî ji bo xwe wek şeref pênase kir.

Û got, em hêvîdar in ku bi kar û xebatên xwe yên di nav de, Wezareta Navxwe ya Federal û Daîreya Koç û Koçberan û Penaberan a Federal ku nûnerên wan jî amade bûn, bi kar û xebatên xwe re, em jî di têkoşîna li dijî nijadperestiya li vî welatî de bibin alîkar.

Dîsa Civaka Kurd li Alamanya – KGD ji hewl û baldarîyên koma parlementoyê ya “Jiyana Kurd li Almanyayê”, ku tê de nûnerên partiyên cuda hatin ba hev û bi taybetî bal kişandin ser xemên Kurdên Almanyayê jî kêfxweş bû. Ji bo yekbûn û danûstendina çandî ya serkeftî gaveke girîng. Ji bo pêşerojeke baştir didîtin.

Di dawîyê de KGD careke din spasiya hemû mêvanan ji ber beşdarîya wana û bi taybetî jî ji dewleta Azad a Bayern û serokwezîr Markus_Soeder re ji bo cîh.

Civaka Kurd li Almanya Newroza gelên Kurdistanê pîroz kir.

Rûpela nû/Almanya

whatsapp-image-2024-03-21-at-09-37-50.jpegwhatsapp-image-2024-03-21-at-09-37-49-3.jpegwhatsapp-image-2024-03-21-at-09-37-49-2.jpegwhatsapp-image-2024-03-21-at-09-37-49-1.jpegwhatsapp-image-2024-03-21-at-09-37-49.jpegwhatsapp-image-2024-03-21-at-09-37-48-3.jpegwhatsapp-image-2024-03-21-at-09-37-48-2.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin