
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Rewşa Sûriyeyê li ser devê kêrê ye
.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen ragihand ku rewşa li Sûriyeyê hîn jî pir lawaz e, pêvajoya veguhastinê li ser devê kêrê ye û xetera pevçûnan li seranserê welêt berdewam dike.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî careke din li ser Sûriyeyê civiya û di civînê de rapora mehane ya Neteweyên Yekbûyî hat parvekirin.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen diyar kir ku dan û standinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya demkî ya li Şamê de hîn jî bi ser neketine.
"Dan û standinên HSD û Şamê bi ser neketine"
Geir Pedersen li ser hewlên lihevkirinê agahî dan û got:
"Hewldanên ji bo komkirina her du aliyan (HSD û Şam) li derveyî Sûriyeyê didomin lê heta niha bi ser neketine.
Em bi xêrhatina têkiliyên din ên di navbera rayedarên desthilata demkî û nûnerên HSDyê de dikin."
Pedersen her wiha amaje bi aloziyên li Heleb û Siwêdayê kir û got:
"Me di meha tebaxê de li parêzgeha Helebê, di navbera hêzên ewlehiyê yên demkî û HSDyê de zêdebûna tundiyê dît.
Em hîn jî li ser sînorên Siwêdayê dijminatî û pevçûnên xeternak dibînin û tundî dibe ku di her kêliyê de ji nû ve dest pê bike."
Nûnerê Taybet hêviya xwe anî ziman ku têkilî bibin sedema lihevkirineke rastîn û ew hewl didin ku Peymana 10ê Adarê beriya dawiya salê were pêkanîn.
“Peymana 10ê Adarê bi cih bînin"
Endamên Konseya Ewlehiyê di civînê de bangî HSDê û birêvebiriya demkî kir ku Peymana 10ê Adarê bi cih bînin.
Alîkara Nûnera Danîmarkayê ya Neteweyên Yekbûyî Sandra Jensen Landiyê got:
"Bêyî ewlehiyê li Sûriyeyê pêşketineke siyasî, mirovî û watedar çênabe. Danîmarka ji aliyan dixwaze ku pabendî rêkeftina agirbestê ya Siwêdayê bibin.
Her wiha em bangî HSD û rayedarên veguhêz dikin ku Peymana 10ê Adarê ya ku ji aliyê Amerîka û Fransayê ve tê piştgirîkirin bi cih bînin."
Tirkiye: Bila HSD xwe fesix bike
Di civînê de ji bo paşeroja Sûriyeyê gelek daxwaz hatin rêzkirin.
Hat tekezkirin ku divê pêvajo zelal û berfireh be, kesên sûcdar werin darizandin, çekdarên biyanî werin dersînorkirin, peymana bi HSDyê re were bicihanîn, hilbijartin bên kirin, destûreke nû ji bo hemû pêkhateyan were amadekirin û sivîl werin parastin.
Li aliyê din, Tirkiyeyê di civînê de bangî HSDyê kir ku xwe fesix bike û çekên xwe deyne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin