
Neteweyên Yekbûyî: Em dixwazin li Rojavayê Kurdistanê geşbûna aborî bibînin
.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê axivî.
Dujarric diyar kir ku pêdiviyên herêmê zêde ne û got, "Em dixwazin li wê derê geşbûna aborî bibînin."
Nûçegihanê Rûdawê yê li Neteweyên Yekbûyî Namo Ebdulah beşdarî civîna rojane ya çapemeniyê bû.
Dujarric li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, girtina deriyên sînorî û êrişên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiv da pirsên Rûdawê.
"Pêdiviyên mirovî di asta herî bilind de ne"
Dujarric li ser girtina deriyên sînorî û dorpêça aborî axivî. Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku wan raporên li ser girtina deriyan nedîtine.
Stephane Dujarric her wiha teqez kir ku pêdiviyên mirovî yên li herêmê di asta herî bilind de ne.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî wiha got:
"Ji bo me tiştekî zelal e. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim rûbirûyî pêdiviyên gelekî mezin e. Bersivdana mirovî ji bo me karekî sereke ye."
"Mijar ne tenê alîkariya mirovî ye"
Dujarric daxwaza başkirina rewşê kir û got,”Em dixwazin rewşa herêmê baştir bibe. Mijar ne tenê alîkariya mirovî ye. Divê ewlehî xurt bibe û aborî geş bibe."
Nûçegihanê Rûdawê pirsî, "Gelo hûn dilgiran in ku hikûmet û hêzên wê piştî naskirina navneteweyî êrişî HSDyê bikin?" Dujarric wiha bersiv da:
"Tiştê zelal ew e ku divê hikûmeta Şamê hemû gelê xwe biparêze. Ferqa netewe û olê nîne. Em dê ji bo vê armancê bi hikûmetê re bixebitin."
Stephane Dujarric behsa peymana HSD û hikûmeta Sûriyeyê jî kir û got, "Ez dizanim ku di navbera wan de peyman hene. Ya girîng ew e ku hemû alî pabendî wan peymanan bin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin