
Netanyahu: Piştî rûxîna rejîmê Îsraîl û Îran dê bibin hevparên hev
.
Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku ew hêvîdar in di demeke nêzîk de hikûmeta Îranê birûxe û desthilateke nû li wî welatî hebe.
Serokwezîrê Îsraîlê her wiha got ku wê demê ew dikarin li gel wî welatî careke din bibin hevparên hev.
Netanyahu di civîna hikûmeta welatê xwe de derbarê paşeroja Îranê de peyamek belav kir û got:
"Ez hêvîdar im gelê Îranê di demeke nêzîk de ji bin desthilata sitemkariyê rizgar bibe û welatê wan azad bibe."
Maweyê du hefteyan e xwenîşandan li 180 bajarên Îranê didomin.
Her çi qas destpêkê nerazîbûn ji ber giranî û rewşa xerab a jiyanê bûn jî, niha li hinek cihan slogan veguherîne daxwaza rûxandina desthilatê.
Hikûmetê jî zêdetirî 60 demjimêrane xeta înternetê biriye.
Netanyahu amaje pê kir ku guherîna siyasî ya li Îranê dê bibe werçerxaneke mezin û got:
"Dema ku rejîma niha birûxe, Îsraîl û Îran dê careke din bibin hevparên hev."
Serokwezîrê Îsraîlê her wiha teqez kir ku welatê wî dixwaze pêwendiyeke bingehîn li gel Îranê ji bo bipêşketin û çespandina aştiyê li seranserê herêmê ava bike.
Netanyahu di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe ya ji bo xwenîşandanên navxwe yên wî welatî diyar kir û got: "Em hêviya wêrekiyê û hêzê ji bo hevwelatiyên Îranê yên di xwenîşandanan de dixwazin."
Li gorî amarên fermî yên hikûmeta Îranê, di rûbirûbûnan de 111 endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin. Hevdem rêxistinên mafên mirovan kuştina 116 xwenîşanderan piştrast kiriye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin