Netanyahu li ser êrişa Hewlêrê bang li Amerîkayê kir

Netanyahu li ser êrişa Hewlêrê bang li Amerîkayê kir

.

A+A-

Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu rexneyên tund li danûstandinên li gel Îranê digire û dibêje, danûstandinên ji bo rêkeftineke etomî li gel Îranê “beradayî” ne û ji bo vê gotina xwe jî êrişa Supaya Pasdaran a li ser Hewlêrê nîşan dide.

Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser hesaba xwe ya Twitterê bi zimanên Îngîlîzî û Îbranî 2 vîdyo belav kirin.

Benjamin Netanyahu amaje bi danûstandinên ji bo pêkanîna rêkeftineke etomî li gel Îranê kir û got, hêzên cîhanî “nêzikî îmzekirina rêkeftineke etomî ne ku dê cebilxaneyeke etomî pêşkêşî Ayetullahan bike.”

`Cebilxaneyeke etomî dide Ayetullahan`

Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê, rexne li hêzên navdewletî girtin ku piştî êrişa li ser Hewlêrê jî hevdîtin û danûstandinên li gel Îranê berdewam dikin û biryara dirêjîdana bi danûstandinan li gel Îranê li Viyanayê jî wek “beradayî” binav kir.

Di dewama vîdyoya xwe de Netanyahu berdewamkirina danûstandinan li gel Îranê ne tenê wek “beradayî”, lê wek “metirsîdar” jî binav dike.

Serokwezîrê Berê yê Îsraîlê ji bo vê nirxandina xwe jî êrişa li ser Hewlêrê bibîr xist ku Supaya Pasdaran li xwe girtibû û got, “Îranê duh mûşek avêtin herêma nêzikî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Iraqê û Amerîka li gel aliyên din berdewam e li ser hewlên xwe ji bo îmzekirina rêkeftineke etomî ku dê cebilxaneyeke etomî bide Ayetullahan.”

`Metirsî ye li ser hemû cîhanê`

Netanyahu balkişand ser `metirsî`yên rêkeftina etomî û got, jibilî rakirina sizayan, di heman demê de dê bi sedan milyar dolaran bidin ji bo ku “terora xwe ya her roj li Rojhilata Navîn û cîhanê berdewam bikin. Ev rêkeftin ji ya berê jî xerabtir e, ji ber ku di çarçova vê rêkeftinê de Îran di nava 3 salan de dê bigihije ber keviya `dewleteke etomî`. Dê bibe xwedî uranyuma meyandî ku têrî çêkirina bombeyên etomî dike û ji bo ku wan bigihijîne cihekî Amerîkayê dê bibe xwedî mûşekên balîstîkî (ICBM).”

Her di dewama vîdyoya xwe de Netanyahu nerazîbûna xwe li ser danûstandinên li gel Îranê derdibire û dibêje, “Tişteke ku nayê qebûlkirin. Ev dê ne tenê Îsraîlê, dê Amerîka û hemû cîhanê bixe metirsiyê. Divê em rê nedin dewleteke êrişker û agresîf û terorê ya wek Îranê bibe xwedî çekên etomî. Gelo me qet ders wernegirtiye?

 

 

Êrişa li ser Hewlêrê û karvedanên wê

Roja 13ê vê mehê derdora demjimêr 01.00ê şevê, bi 12 mûşekan êrîş li ser çend deverên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û gelek zirarên maddî çê bûn.

Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişa mûşekî ya şevê din a li ser Hewlêrê li xwe girt.

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de gotiye, “Di encama tawanên vê dawiyê yên rejîma sexte ya Siyonîst û ragihandina ku ew tawan bê bersiv namînin, şeva derbasbûyî Navenda Plangerî û Xirabiyê ya Stratejîk a Siyonîstan bi mûşekên bihêz ên Supaya Pasdaran hat armanckirin.”

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw duh di kongreyeke rojnamevanî de li ser pirsa Rûdawê tekez kir, ti binke û cihên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê tune ne.

Lijneyeke lêkolînê tê avakirin

Serok Mesûd Barzanî û Muqteda Sedir duh di peywendiyeke telefonî de êrişa li ser Hewlêrê gotûbêj kirin û biryar dan li ser îddîayên “hebûna binke û baregehên Îsraîlê li Hewlêrê” lijneyeke lêkolînê bê avakirin bo ku rastiyan derxe holê.

Li aliyê din Supaya Pasdaran hefteya derbasbûyî kuştina du efserên xwe yên pilebilind li Sûriyê ragihandibû û gotibû ew piledar di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin û gefa tolhildanê xwaribû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin