Netanyahu: "Kurd dostên nirxên rojava ne, divê dewleta wan hebe"

Netanyahu: "Kurd dostên nirxên rojava ne, divê dewleta wan hebe"

Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netayahu ragihand, pêwîst e Kurd dewleta xwe hebe û tekez kir, ku ew piştgirî li serxwebûna Kurdên Iraqê dikin.

A+A-

Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netayahu ragihand, pêwîst e Kurd dewleta xwe hebe û tekez kir, ku ew piştgirî li serxwebûna Kurdên Iraqê dikin.

Benjamin Netanyahu roja pêncşembiya derbasbûyî 10ê Tebaxa 2017ê li gel şandeke mezin a kongrêsmanên amerîkî, ku ji 33 kongrêsmanan pêkhatibû, hevdîtin kiriye.

Li gorî nûçeya Jeraslem Post a Îsraîlê, Netanyahu di civîna li gel kongrêsmanên amerîkî re piştgiriya Îsraîlê bo serxwebûna Herêma Kurdistanê aniye ziman.

Serokwezîrê Îsraîlê ragihandiye: “Pêwîst e Kurdên Iraqê dewleta xwe ya serbixwe hebin, ew aza (wêrek) û qehreman in. Dostên rojava û dostên nirxên rojava û me ne.” rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin