Netanyahu: Dibe ku em êrişên xwe yên li Sûriyeyê berfirehtir bikin

Netanyahu: Dibe ku em êrişên xwe yên li Sûriyeyê berfirehtir bikin

.

A+A-

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gefa berfirehkirina êrişên li ser Sûriyeyê xwar û ragihand ku ev yek "girêdayî helwesta rêveberiya Şamê ye."

Li parêzgeha Siwêdayê ya ku piraniya şêniyên wê Durzî ne di rojên borî de di navbera komên çekdar ên Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî de pevçûnên dijwar derketin.

Hikûmeta Sûriyeyê ji bo kontrolkirina rewşê hêzên artêşê şandin herêmê.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê, Benjamin Netanyahu çû cem yekîneyeke artêşa Îsraîlê ya li Geliyê Urdinê.

Netanyahu di axaftina xwe ya li wir de diyar kir ku ew li Sûriyeyê çalak in û got ku "divê ew başûrrojavayê Sûriyeyê bê çek bikin."

Netanyahu da zanîn ku ew dê rê nedin Sûriye bibe "Libnaneke duyemîn ji bo Îsraîlê."

Serokwezîrê Îsraîlê her wiha daxuyand ku ew ji bo parastina Durziyên li Sûriyeyê jî berpirsiyar in.

Divê were gotin ku piştî destpêkirina şerê li Siwêdayê Îsraîlê jî li nêzîkî Siwêdayê çend êrişên asmanî pêk anîbûn.

"Hêvîdar im ku em neçar nemînin”

Netanyahu destnîşan kir kir ku ew dikarin êrişên xwe bidomînin û biland:

"Hêvîdar im ku em neçar nemînin a zêdetir bikin, ev yek bi giranî girêdayî wê yekê ye ku Şam dê çi bike yan neke."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin