Neşet Zaza: Divê aliyên Kurd bilez li hev bikin

Neşet Zaza: Divê aliyên Kurd bilez li hev bikin

.

A+A-

Lezkirina prosesa asayikirina pêwendiyên Tirkiyê û Sûriyê û hevdîtinên vê dawiyê di navbera her du aliyan de hatine kirin, tevahiya aliyên siyasî yên Sûriyê xistine pêş pijardeyên nû. Êdî gelek deng ji nav opozisyona Sûriyê bilind dibin û daxwaza danûstandinê di navbera opozisyona Sûriyê û Rêveberiya Xweser de dikin.

Di vê derbarê de, Neşat Zaza, endamê polîtburuya PDK-S ku beşeke ji Îtîlafa opozisyonê, ji bernameya Çavê Sêyem a radioya Rûdawê re got, divê aliyên Kurd herî bilez li hev bikin, û bi hev re danûstandinê li gel opozisyonê û tevahiya aliyan bikin.

Endamê polîtburuya PDK-S Neşet Zaza dibêje "Danûstendineke bi hemû aliyên opozîsyonê re bê cudahî tevî nakokiyan û nerazîbûna me li ser karê opozîsyonê û çekdarê wê û binpêkirinên ku çêdibin ev guhertina demografîk bi alîkariya Tirkan. Divê îro destpêkirineke nû û aliyeke nû li hev bikin li ser pêşeroja Sûriyê bi giştî û ev alî bibe bingeheke rastî di nav danûstendinên ku li ser Sûriyê çêdibin û bi biryara navdewletî ya 2254 ew a ku bîr û baweriyê ji bo pêşeroja Sûriyeke nû ji bo hemû Sûriyan û hemû pêkhateyên di Sûriyê de çêkirina Destûreke ku mafên hemû kesayetiyan tê de were pêjirandin."

Derbarê bandora rêkeftina Sûriyê û Tirkiyê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, Dr. Zara Salih, lêkoler û nivîskar ji heman bernameyê re got, eger rêkeftin bê kirin egera operasyoneke bejayî ya Tirkiyê namîne.

Lêkoler û nivîskar Dr. Zara Salih diyar kir "Lihevkirina wan pêk were, bêguman dê dagirkirineke nû nebe. Ez bawer nakim operasyoneke bejahî pêk were, ji ber ku Rûsya bi xwe armanca wê ji vî tiştê hanê li hemberî ku vê xizmetê ji Erdogan re bike, bi armanca ku rejîm bikeve wan deveran û hêdî hêdî ew dever ji destên Amerîkayê jî derkevin. Di vir de armanca Rûsya, rejîm û Tirkiyê jî pêk tê."

Di pêngaveke nû de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu aşkere kir ku di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Rûsî, Sergey Lavrov lihev kiriye ku civîneke sêqolî li ser asta wezîrên derve di naverasta vê mehê de bê lidarxistin. Çavuşoglu da zanîn ku dibe ew civîn li Rûsya yan jî li welatekî din were kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin