Nerazîbûnên dijî guhertina navê taxa Qitilbilê berdewam in

Nerazîbûnên dijî guhertina navê taxa Qitilbilê berdewam in

.

A+A-

Qeyûmê Şaredariya Sûrê ya Amedê bi biryara endamên meclisa şaredariyê navê Taxa Qitilbilê guhert û navê Fethê li wê taxê kir. Rûniştvanên wê taxê li hemberî guhertina navê taxa xwe nerazî ne û dibêjin ew ê li dijî vê biryarê doz vekin.

Taxa Qitilbilê ne gund e û ne jî taxeke ji rêzê ye. Xaniyên li vê taxê hemû vîlla ne. Kesên aboriya wan baş û naskirî li vê taxê rûdinên. Piraniya rûniştvanên wê derê ji bijîşk, parêzer, siyasetmedar, akademîsyen, karsaz û rojnamevanan pêk tê.

Prof. Dr. Azîz Yagan jî akademîsyen e û yek ji rûniştvanê Qitilbilê ye. Li gorî gotina wî dîroka navê qitilbilê kevn e lê ew nizanin sedî sed navê wê ji kîjan zimanî tê.

Rûniştvanê Taxa Qitilbilê Prof. Dr. Azîz Yagan got “Li gorî texmîna me navê vê vê derê bi Ermenkî an jî bi Sûryanî ye. Li vê derê berê gundekî hebûye û nifûsa wê jî 300 kes bûye. Li Qitilbilê dêreke Sûryanî û dêreke ermenî jî hebûye. Niha tune ye. Ev navekî dîrokî ye. Dîrokî nebe jî navê wê yê resen e. Ji ber vê yekê serî li Şaredariya Sûrê da û min xwest navê Qitilbilê careke din vegerînin.”

Yek ji rûniştvanên qitilbilê rojnamevan Mehmûd Bozarlan jî li hemberî guhertina navê taxa xwe heyirî maye. Ew dibêje ji bo ku navê berê vegerînin di aliyê hiqûqî de çi ji destê wî bê dê bike.

Rûniştvanê Taxa Qitilbilê Mehmûd Bozarslan dibêje “Temamê rûniştvanên vê taxê bi vî navî wî dizanin. Niha hûn wî navî biguherînin jî hûn tenê li ser kaxiz diguherînin. Di jiyana rojane de ev nav naguhere. Hûn ji kesekî re bêjin taxa Fetîh wê nizanibe. Ew ê dîsa ji te re bêjin Qitilbil. Ji ber vê yekê em naxwazin navê taxê biguhere.

Biryara Meclisa Şaredariya Sûrê ya derbarê guhertina navê Taxa Qitilbilê de gihişte Rûdawê. Di vê biryarê de tê gotin ku bilêvkirina navê qitilbilê zehmet e. Ji ber ku di sala 639an de dema artêşa îslamê hatiye Diyarbekirê fetih bike, ev herêm cihê baregeheke wê bûye û ji ber vê yekê ew danîna navê Fethê li vê taxê guncaw dibînin.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin