Nerazîbûna li hemberî kêmkirina cezayê kujerê Pinar Gultekîn

Nerazîbûna li hemberî kêmkirina cezayê kujerê Pinar Gultekîn

.

A+A-

Rûniştina doza kuştina keça Kurd a ji Bedlîsa Bakurê Kurdistanê Pinar Gultekîn ku li Muglaya Tirkiyeyê hatibû kuştin, li dadgeha bajarê Muglayê birêve çû û dadgehê cezaye  kujer Cemal Metin Avci ji heta hetayê bo 23 salan zindanîkirinê kêm kir. Ev biryara dadgehê, ji bilî malbatê, ji aliyê gelek siyasetmdar, hunermend, nivîskar û saziyên civaka sivîl ve jî bû cihê nerazîbûnê.

Rûniştina doza kuştina keça Kurd a ji Bedlîsa Bakurê Kurdistanê Pinar Gultekîn ku li Muglaya Tirkiyeyê hatibû kuştin, duh Duşemê 20ê Hezîranê, 13mîn li dadgeha bajarê Muglayê birêve çû.

Dadgehê di encama dozê de pêştir cezaya heta hetayê bo Cemal Metin Avci eşkere kir û piştre bi hinceta “di bin tehrîkê (acizkirin) de” Pinar kuştiye, cezaya Cemal Metin Avci kêmkir û daxiste 23 salan. Derbarê malbat û şirîkê Cemal Metin Avci ku bo veşartina delîlan alîkariya wî kiribûn, ti cezayek nehat dayîn û doza wan hat girtin.

“Ji bo Pinar Gultekin Edalet”

Gelek hunermend, siyasetmedar û bikarhênerên medyaya civakî bi haştaga #PnarGültekinİçinEdalet (Ji bo Pinar Gultekin Edalet) li ser Twitterê nerazîbûn li hemberî biryarê nîşan dan.

Platforma Em ê Kuştinan Jinan Rawestînin di parvekirina li ser hesabê xwe yê tiwtterê de wiha got: “Di doza Pinar Gultekin de bi hinceta "provakasyona neheq" ceza hat kêmkirin û 23 sal cezayê girtîgehê li Cemal Metîn Avci hat birîn. Di demekê de ku jin bi îşkenceyan têne kuştin, li kujaran cezayên weke xelat bên dayîn tê birîn. Em dê dawî li daxistinan cudaxwaz bînin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo Pinar Gultekîn bidomînin."

 

 

Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan jî wiha got: “Ez gelek xemgîn im. Ji bo bersûcên ku îro jineke ciwan bi saxî şewitand, cezayê wî hat kêmkirin. Ew ne ceza ye, xelat e. Kuştina jinan bi kêmkirina cezayan nayê rawestandin.”

Endamê Encûmena Rêvebir a Navendî ya AK Partiyê  Şamil Tayyar jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da; biryar wekî "kuştina hiqûkê" bi nav kir û diyar kir ku divê Lijneya Dadger û Dozgeran ji hemû aliyan ve lêkolînê bike.

Hunermend Tarkan jî li ser Twitterê nerazîbûn nîşan da û got: “Em ji bo hemû jinên ku rastî kuştin, çewisandin û tûndiye hatine edaletê dixwazin. Ji bo kêmkirina sûcên kuştinê yên bi vî rengî divê cezayên giran bên dayîn. Ne cezayên ku jê re qilef  û hincetek bê dîtin sivik bibin. Divê hiqûq ne li aliyê mêran be, lê divê li aliyê edalet û heqiyê be.”

Aktor Mert Firat jî wiha nerazîbûna xwe nîşan da: “Heta ku cezayê kuştina hovanê wekî rêgir nebe civak baş nabe. Kesek ji me dê encama vê dozê ji bîr neke, em li pey wê ne!”

Hevjîna Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş jî nerazîbûna xwe li hemberî vê biryarê xwe bi van gotinan nîşan da:  “Min îro bi Selahattîn re hevdîtin kir. Ew ji aliyê moral û tenduristiya xwe ve baş e. Silavên wî ji her kesî re hene. Me behsa neheqiyan kir. Ez derketim û min dît ku cezayê wek xelata dan e kujerê xwîşka Pinar... Nizanim çi bêjim. Ez ji bo Pinar Gultekîn edaletê dixwazim.”

 

 

Parlamenterê CHPê Ozgur Ozel jî bertek nîşanî vê yekê da û got: "Birayra kêmkirina cezayê ku îro ji bo kujerê Pinar Gultekîn hat dayîn, dilê me diêşîne, asta bêhiqûqiyê nîşan dide."

Bi van biryaran hûn ê çawa li dijî tundiya li ser jinê bisekinin?

“Malbata kujer ji aliyê madî ve bihêz e”

Parêzer û malbata Pinar Gultekin nerazîbûn li dijî biryara dadgehê dan, ji ber ku cezayeke kêm dan kujer.

Parêzer Rêzan Epozdemir got: “Ti hêviya me ya edaletê ji vê dadgehê nebû. Ji xwe me pêştir 3 caran daxwaza guhertina şanda dadgehê kir, lê daxwazên me nehatin qebûlkirin. Kujer bi awayekî hov û bi plan Pinar Gultekin kuştiye. Pêştir şewitandiye û paşê beton bi ser de rijandiye û avêtiye çem. Tevî van tiştan cezaya wî bi hinceta `tehrîkê` hat kêmkirin.”

Rêzan Epozdemir dibêje, dê li dijî biryara dadgehê serî li Dadgeha Bilind Yargitayê bidin û daxwaza hilweşandina biryara dadgehê bikin.

Bavê Pinar Gultekin Siddik Güultekin jî got: “Malbata kujer ji aliyê madî ve bihêz e, me ji destpêkê ve her tişt dizanibû, mixabin wiha jî derket. Li vî welatî êdî hêviya min ji edaletê nîne.”

Pinar Gultekîn keçeke Kurd a ji Bedlîs a Bakurê Kurdistanê bû ku li bajarê Muglayê li rojavayê Tirkiyê Fakulteya Aborî û Zanistên Siyasî xwendibû.

Pinar Gultekîn çawa hat kuştin?

Pinar Gultekîn di 16ê Tîrmeha 2020an de li Muglayê ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hate kuştin û kujer jî piştî 7 rojan hate girtin.

Li gorî li xwe mikurhatina kujer, wî pêşî li Pinar Gultekînê xistiye, pişt re ew xeniqandiye û bi benzînê ew şewitandiye.

Ji bo ku şopa kuştinê bide wendakirin jî hestiyên wê yên şewitî xistiye bermîlekê, beton rijandiye ser û ew avêtiye nava zeviyekê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin