Neqilkirina Zanîna Civatî: Mekteb, malbat, derdor…
Siddik Bozarslan
Toplumsal Bilginin Aktarımı: Okul, aile, çevre…
(Neqilkirina Zanîna Civatî: Mekteb, malbat, derdor…)
Hewildanên cuda yên sê kurdên ku bi şola kurdî / Kurdistanê ra raxistine meydanê, têkilîyên wan ên bi perwerdeyê ra hene. Perwerdekirin jibo kurd bimînin an nemînin, di babeta ku ew xwe nas bikin da, xususîyeteke taybetî heye. Pêwist e ku perwerdekirin, tenê di çarçoveya perwerdekirina mektebê da neyê nirxandin. Perwerdekirina li mektebê, helbet pir girîng e, lê malbat, kuçe, rayagiştî, çapemenî û wd. jî di şikilsitandinê da rol distînin.
Di nivîsara pêşmergeyî heyîyeke muqaddes e, da ji Cîgirê Saddam HUseyîn, Taha Yasin Ramazan (1938-2007) hatibû behskirin. Taha Yasin Ramazan jî kurd bûye, lê di Enfalê da û di komkujîya kurdan da, hatibû desnîşankirin ku ew Cîgirê Saddam HUseyînê gelek girîng bûye. Ew dema memurekî biçûk bûye, beşdarîya nava Partiya Baasê kirîye, di partîyê da perwerdeyîya sîyasî û eskerî dîtîye û bûye dijberê kurd, dijminê kurd.
Heman tişt jibo Süleyman Nazif jî dikare were gotin. Perwerdekirina di mektebên osmanî da, nêzîkbûyîn jibo Îttîhat Terakkîyê, di derdorên Îttîhat Terakkîyê da bibe xwedîyê gotinê, ewana bûne unsûrên ku ew bibe dijî kurd û Kurdistanê. Digel ku Süleyman Nazif, kurd bûye jî, ew kesekî ye ku gotîye: ”Ez ji berîya heft nifş /nesil ve tirk im.”
Ji nêzîk ve eleqeya perwerdekirina Abdusseêam Barzanî li Medreseya Barzan heye ku ew Kurd maye û di wê zanînê û têgihiştinê da bûye ku ew mafên kurdan ên ji kurdbûnê hebûne, hatine xespkirin. Medresa Barzan, mekteba kurdî bûye, tekke nebûye, divê ev xuya bibe.
Divê em Şêx Saîd (1865-1925) û hevalên wî yên doza mehkemekirinê bînin bîra xwe. Bi navê Ali Saip Ursavaş (1885-1939) hakimekî (dadkarek) hebû ku di heyeta mehkemeyê da cî sitandibû. Ew jî kurdek bû. Kurdekî ji Rewandizê. Kurdekî ku li Stanbulê di Akademîya Eskerîyê ya Osmanî da perwerdeya eskerî dîtibû. Bêguman ew kesekî pir nêzîkî Jon tirkan, Îttîhatîyan û paşê jî Kemalistan bû. Li dervayê mahkemeyê ew diçe di zindanê da bi Şêx Seîd ra diaxife. Ew ji Şêx Seîd ra dibêje, eger tu bêjî; ”Em jibo şerîetê bînin, ketin nav hewildanê”, mumkun e ku tu bi cezayeke biçûk xilas bibî…” dibêje û dixwaze Şêx Seîd bixapîne. ”Eger tu wekî min gotî biaxifî, tevbigerî, demeke kurt paşê em dikarin li Xinûsê qelîya berxê çêkin..” dibêje… Wek tê zanîn di 1925an da li hemberî raya giştîya Rojava propagandayek hatibû kirin ku ew jibo anîna şerîetê ketine nav hewildanê, lê li hemberî raya giştîya hundûr jî propaganda jibo damezrandina Kurdistanek hatîye kirin.
Ali Saip Ursavaş jî, ji xwe ra “Kürdüm” (kurd im) digot. Lê jibo wî kurdîtî, tiştekî folklorik bû.
Dema Şerên Osmanî û Kurdî / Kurdistanî bibe mebesta gotinê, pêwist e şolên medreseyan bi awayên cuda werin analizkirin / nirxandin. Vekirî ye ku her kesê ku li medreseyên Kurdistanê xwendine, nabin welatevîn / welatperwer. Dibe ku Sofî Abdullah jî di medreseyek da perwerde bûye. Lê perwerdeya ku wî dîtîye têr nekirîye ku ew kurd bimîne, xwe bi xwetîyê hîn bibe, jibo Kurdistanê têbikoşe ku mafên wî yên kurdbûnê hatine xespkirin.
Di vî warî da Medreseya Barzan, xwedîyê xusûsîyeteke ku divê mirov li ser raweste. Têkoşîna jibo mafên kurdan, têkoşîna neteweyî bi Abdusselam Barzanî II. ve despêkirîye. Lê di demên bavê Abdusselam Barzanî II., Muhammed Barzanî (wefat. 1902) û kalê wî Abdusselam Barzanî I. (wefat. 1872) da jî problemên Barzanan û Osmanîyan her tim hebûne û berdewam kirine; her wekî broblemên dayîna bacan, rêvebirîya xwe bi xwe li herêmê.. Tê zanîn ku Abdusselam Barzanî I., li Kurdistanê damezroxê Tarîqeta Nakşîbendî ye ku îcazeta (diploma) xwe ji Mewlana Xalid (1779-1827) sitandîye. Têkoşîna jibo kurdbûnê ku ji alîyê Abdusselam Barzanî II. ve hatîye despêkirin, ji alîyê birayên wî yên biçûk Şêx Ahmed (1896-1969 û Mele Mistefa Barzanî (1903-1979) ve hatîye domandin û îro jî ev têkoşîn didome.
Ji orta sed sala 19. Virve, rêvebirîya osmanî mudaxeleya medreseyên kurdan kirine. Ev pêvajoyeke welê bû ku Mîrekîyên Kurdan hatin hilweşandin û rêvebirîya navendîya osmanî hat çêkirin. Ferqîyetên mezin di navbera medreseyên demên mîran û demên şêxan da hebûye. Bê guman medreseyên demên mîran zêdetir kurdî bûne. Di medreseyan da dersên wek Kur´an, Hadîs, Fikih, Kelam, Mantik, Akaîd, Felsefeya Îslamê û wd bi erebî û farisî dihat xwendin lê zimanê perwerdeyê kurdî bû. Di derbarê zimanê kurdî, edebîyata kurdî da jî ders hebûn. Kitêba Şakir Epözdemir, ”Medreseyên Kurdî” (Weşanên Nubihar, Gulan 2015, 159 r.) di vî derbarî da xebateka girîng e. Xebateka dî di derbarê medreseyan da binêrin (Dr. Serdar Şengül, Halidi Nakşibendilik ve Medreselerde İlim Anlayışının Dönüşümü, Kıyam ve Kıtal Osmanlıdan Cumhuriyete Devletin İnşası ve Kollektif Şiddet içinde Hazırlayanlar, Ümit Kurt, Güney Çetin, Türk Tarih Vakfı Yayınları, Nisan 2015, s. 321- 360)
Sistema perwerdeyê ku li jor hat bahskirin, di dema şêxan da jî bi awayek hat domandin. Lê di pêvajoya ku ruxandina mîran çêbû û li Kurdistanê ototriteya navendî xurt bû, şêxan jî dest pêkirin ku bi otoriteya navendî ra têkilî daynin. Îktîdarên sîyasî, jibo qeîmkirina meşruîyeta dewletê, rol dan şêxan jî ku li herêmê xurt bibin û bi dewletê û îktîdara sîyasî ra zêdetir hevkarî pêk were ku ev jî bi xwe ra xusûsîyeta kurdbûnê li herêmê qelstir bike. Di dema navendîbûnê da, dezgahên perwerdeyê yên klasik digel medreseyan, mekteban jî ku dezgahên modern dihat qebûlkirin, li herêmê avakirina wan jî dest pêkir. Li van mekteban perwerdekirin bi tirkî bû, zimanê tirkî bû mecbûrî û ev bi xwe ra bû sedem ku rihê kurdbûnê her ku çû qelstir bû.
Hêzbûyîna şêxan, eleqedereke nêzîk bi şola ermenan jî heye. Di 1891an da çêkirina Alayên Hamidîyê jî bi vê şolê ra têkildar e. Piştî van tarîxan wek li Patnosê Kor Huseyîn Paşa, li Cizîrê Mustafa Paşa, li Vêranşahrê Îbrahîm Paşa, li Muşê jî Hacî Musa Beg, reîsên / serekên eşîrên kurd, rolên mezin girtine ser xwe di xespkirina malên ermenan da û di ermenên ku li berxwe didan dihatin kuştin da. Ev pêvajoya ku bi Tanzimatê, bi Fermana Islahatê dest pêkiribû, bi Alayên Hamîdîyê ve xurttir bûbû. Di vê demê da şêxîtî bû dezgahek ku fetwa bide jibo talankirina malên ermenan û ermenên ku li berxwe didin jî werin kuştin û van kirinan li gora huquqa îslamê ye. Şêxan, bi van kirinên xwe ve ji cînayetan ra ji xespkirin û talanan ra meşruiyetê dane qazanckirin. Ji ber ku van şêxan bûne şirîkên xespkirina malên ermenan, ew di warê ekonomîyê da jî xurt bûne. Yek ji wan xebatên ku baş hatine kolandin, kitêba (Gülizar’ın Kara Düğünü Bir Kürd Beyi tarafından Kaçırılan Ermeni Kızın Gerçek Hikayesi, (Aras Yayıncılık, Çeviri Aslı Türker, Ece Erbay, 2. Basım, İstanbul, Aralık 2015) Armenouhie Kevonian e. Ev kitêb dide nîşandan ku li dijî geyrîmuslîman edaleta îslamî çawa hatîye xebitandin û şêxan çawa rolên xwe lihîstine. Eşîra Reşkotan, eşîreke kurd e ku bi ermenan ra têkilîyên baş pêkanîne û beşdarî Alayên Hamidîyê nebûne.
Ez dizanim ku van dîtinan dibin sedemên acizbûna hin kurdan. Rexnekirina bi azadî, divê her tim wek esas were girtin. Xwedîyên rexneyan divê bixebitin ku dîtinên xwe li ser hîmê belgeyan bidin nîşandan. Li ser vê bingehê eger rexnekirin neyê pêşxistin, ne rast e ku tenî nerehetî û acizbûnê mirov bide nîşandan.”Kaynak: http://www.ismailbesikcivakfi.org/
Jêrenotek:Bi destûra Beşikçiyê qedirbilind be ez nivîsara wî li vir temam dikim, ji ber ku nivîsar gelek dirêj e. Divê xwendoxên hêja bizanibin ku di dema pêşîya me da ez dê li gora bername û taqeta xwe hewil bidim ku hin nivîsarên dî jî wergerînim bo kurdî.