Neh welatên Ewropayê daxwaza sepandina sizayên nû li ser Îranê dikin

Neh welatên Ewropayê daxwaza sepandina sizayên nû li ser Îranê dikin

.

A+A-

Wezîrên derve yên neh welatên Ewropayê daxwaznameyek pêşkêşî Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell kiriye, daxwaza sepandina pakêceke nû ya sizayan li ser Tehranê dikin, ji ber çalakiyên wê di pêşxistina moşek û dronan de. Wan wezîran di daxwaznameya xwe de amaje daye êrîşên moşekî yên Îranê li nîva Çileya îsal bo ser mala Şehîd Pêşrew Dizeyî li Hewlêrê û ragehandiye, “Di wan êrîşan de welatiyeke Ewropayî bûye qurbanî ku zaroyeke 11 mehî bû”.

Pêgeha eliktironî ya Der Spigelê amaje daye naveroka wê daxwaznameyê, ku wezîrên derve yên Almanya, Fransa, Çîk, Danîmark, Holanda, Romanya, Estonya, Lîtwanya û Lîtoniyê bi hevparî pêşkêşî Borrell kiriye û belav kiriye, di êrîşên moşekî yên Îranê li ser Îraq, Sûriye û Pakistanê de, welatiyên Ewropayî bûne qurbanî. Ji bo vê yekê jî, wan amaje daye şehîd Jîna Dizeyî û nivîsiye, “Di êrîşa moşekî ya Îranê Ii ser Îraqê de zaroyeke 11 mehî hatiye şehîdkirin”, lê Borrell hêşta çi bersivek nedane.

Di daxwaznameya wan neh welatan de hatiye, “Îran piştevaniya lojistî nade Rûsyayê tenê, belkî moşek û dronan dide tevaya milîşyayên tundrê yên Rojhilata Navîn jî, ew jî li Îraq û Sûriyeyê êrîşî ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dikin, ku di çarçoveya berhingarbûna terorê û şerê DAIŞê de li deverê ne”.

Wan di pareke din a wê daxwaznemayê de amaje daye, “Hizbulaha Libnanî moşek û dronên Îranê wergirtine, herwesa çekdarên Hûsiyên Yemenê jî bi moşek û dronên Îranî li ser bazirganiya cîhanî li Deryaya Sor bûne gef.

Wezîrên derve yên Ewropayê amaje daye, “Bernameya moşekî û dronî ya Îranê ku li ser ewlehiya hevparên Yekîtiya Ewropayê bûye gefeke rasterast. Ev jî wekî gef li ser berjwendiyên Ewropayê tê hejmartin, lewma jî divê bi zûtirîn dem pakêceke nû ya sepandina sizayan li ser Îranê bê bicihanîn, paştir siza li ser tevaya wan kom û aliyan jî bên sepandin ên ku ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin û pirçekkirin”.

Roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheke Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekî mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekî sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin