"Nedihiştin hîç norm û hikûkên beşeriyetê bibin para me"

"Nedihiştin hîç norm û hikûkên beşeriyetê bibin para me"

Nutqa Birêz Pîşewa û Serekê Komara Kurdistanê Di Esnayê Kêşana Ala Kurdistanê de

A+A-

“Kurdistan xwediyê cihekî coxrafîk ê taybetî ye ku bê ji hevûdu qut bibe, netewe û miletek di nav de bipişive û ji hevûdu veqete, bi ser hev û bi hev re di nav xwe de xwediyê sukûnetekê û hebûneke maddî ya millî ye. Di serpêhatî û bûyerên dîrokî de yek in û bi gelemperî tê de şêrîk in. Xwediyê ûrf û adetên xwe yên millî ne ku bi tu awayî bûyer û hedîseyek nekarîbûye sistiyek di bingehê milliyeta wan de peyda bike.

Kurd di qedîm de xwediyê bi hezaran hikûmdar, padişah û rêxistinan bûye. Her di vê Kurdistana azad a niha de malbata mîrên Mukrî ku Mîr Seyfeddîn ji silsileya wan bûye, heta sala 1020ê koçî [1611ê zayînî] bi serbixwetîyên yek li pey yekê yên wekî Emîr Seyfeddîn, Sarim Beg, Şêx Heyder, Emîr Beg û Emîr Paşa û heta tê digihîje Qubad Xan bi desthilat û qudret hikûmet ava kirine.

Milletê reşîd û bi xîret ê kurd di hemî dewr û zemanê de çi kesê di xeyala îstîlaya niştimanê wan de bûye, li hemberê wan berxwedanê kirine û ji tu fedakariyekê xwe nedane alîkî. Piştî ji destçûna desthilat û hikumraniya wan jî, ji bo bidestxistina serxwebûn û azadiyê bi milyonan qurbanî dane û ji ber wê ku her wextê di nav şer û qirênan de bûne tu awa eziyet û êşek nemaye tam nekirine û nedîtine.

Li gel vê jî tehemîla hemî perçiqandin, kuştin û birînê kiriye û qet di armanc û daxwaza xwe de dudil nebûye û di rêya bidestxistina azadiyê de nesekiniye, bi dilekî ewqas bi hêz û ezmeke ewqas sabit têkoşî ye ku heta niha hêzek wisan peyda nebûye bikaribe wê wenda bike. Mîrê Kor kuştine, Baban serî hildaye, Baban bêdeng kirine Erdelan dengê xwe bilind kiriye, ew li erdê xistine Bedlîs rabûye piyan û bi hezarên din ên wekî wan.

Heta van dawiyan piştî şerê navneteweyî ku piştre dîktatorên Îran û Tirkiyê hatin ser kar, ziman, adet, mezheb û taybetmendiyên kurdan ên din bi temamî jar û sist kirin, ji hîç wehşiyet û hovtiyekê xwe neparastin, xwendin û nivîsandina Zimanê Kurdî û wergirtina cilûbergên me qedexe kirin.

Nedihiştin hîç norm û hikûkên beşeriyetê bibin para me, rêya hînbûna zanistî û seneetê li ber me qut kirin, her roj bi bahanekê û her dem bi teşqelekê deste deste û grub grub kurdên hejar û bedbext hepis û nefî dikirin, ew dikuştin û ji ortê radikirin, berhem û keda destê vî milletê bêçare ji xwe re dibirin û wan birçî, tên û rût dihiştin.

Heta şehrêwera 1320an, melekê azadiyê dezgeha dîktatorî û faşîzmê ya Riza Xan hilweşand. Kurdan bi ser hemî wan cefa û eziyetan de gelek bi zû bi şert û mercan hesiyan û gotin: rêya silametî û bidestxistina azadiya vî milletî çiye û gereke çi bike? Mirovekî bi bîr û hiş û bi şeref ku ji mêj ve bû xwênava dilê xwe dixwar û ji bo zelîliya vî milletî dukel ji pozê wî derdiket, gelek zû teşhîs kir ku wextê kar e û dibê ji vê firsetê îstîfade bê kirin, dem ew dem e ku bi salan e em li hêvî bûn.  Bi carekê û bi lez, bê sekin rabûn, dest bi kar kirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê ava kirin û bi çalakî mijûlê karûbarên millî bûn û bi çavekî ziravrêsî û bi dîqet pêdawistiyên kurdan teşhîs kirin û ew bi cih kirin.

Beriya hemî tiştekî îxtîlaf û dubendiyên eşîretî ku bi desîse û hêlebaziya kolonyalîst û dîktatoran ji mêtin, eziyet û perçiqandina vî milletî bi qewlê wan “perçe bike îdare bike” kiribû navbera wan û vê wisan pêş ve biribûn ku birayê ji dê û bavekî kiribûn pêsîrên hev û hevûdu li erdê xistibûn...

...

Me çend dibistanên keç û kuran vekirin, me dibistanên şevan rêk xistin û kitêb hatin wergerandin bi ser Zimanê Kurdî... kur, keç û kesên mezin bi şev roj di dibistanên şevan de Zimanê Kurdî dixwînin, di cihê ku şeş-heft salan de mijûlê hînbûna xwendin û nivîsandina Farisî bibin, di mehek û du mehan de dibin xwendewar û hemî tiştekî dixwînin û dinivîsin.

Ji bo nasandina lîyaqeta millî, derxistina jiyana edebî û kultura kurdî û ji bo ragihandina hawara xwe bi guhê cîhana beşeriyet û edaletê em muhtacê wasiteyên çap û weşanan bûn, çapxaneke gelek çak hat avakirin û danîn, em di bajarên xwe de bi zimanê xwe di çapxaneyên xwe de kovar û rojname derdixin, bîr û fikir û daxwazên xwe belavê dinê dikin.

Bi kurtî berhemên me ku miqtarekî zêde û bi qîmet bûn, bi herwe ji destê me dihat derxistin û destê koloniyalîst li pêşiya me bi bazara cîhanê seddekê ava kiribû, me rêya çareseriya wê dît, tîcaret û aboriya Kurdistanê gelek baş hat temînkirin.

Di zemanê dîktatoriyê de ku me hemî nesaxiyek jê werdigirtin, kêm û zêde wesîleya laşsaxî û dermanan e: ne hekîm, ne derman û ne nexweşxane jê re nehatin avakirin, em ê ji xwe re di demeke gelek nêzîk de nexweşxaneyên gelek baş ava bikin û dê laşsaxiya welatê me bê temînkirin.

Me hêzeke millî ava kiriye ku bi mêrxasiyekî temam amade ye parêzgeriya welêt bike.

Diyar e serkevtina me seranser di eynî armanca demokrasî de û di netîceya faaaliyeta Partiya Demokrat a Kurdisanê û bi piştivaniya cîhana demokrasiyê de ye, ji ber wê... em dibêjin: bijî damezrênerên demokrasiyê.

Bi hezaran sed û berhelistên asê û sawm li pêşiya milletê kurd bûn, deste û dezgehên dîktarorî bê sekin li pêşiya karên me asteng derdixistin û ji tu namerdiyekî paşve nediman. Di hindur de djîtiyên eşîretî ji bo me pirsgirêkeke mezin bû. Lê yek ji wan nekarîn pêşiya me bigrin, me bi dilekî bi hêz payedarî kir û me xebatên xwe meşandin, heta me îstîqlal û azadiya neteweyê kurd bi dest xist.

Diyar e ew bermayên wê yên çi di hindur de û çi jî di derve de mane, dê milletê kurd li hemberê wan têkoşîna xwe bimeşîne û bi piştivaniya Xwedê dê bi serketî û serbilind bibe.

Îro berpirsiyarên hemî cih û avahiyên Kurdistanê bi rîayeta tebeqeyên ‘am ji axa û re’yet, mezin û biçûk berhev bûne û bi yek dil û yek ziman hawara demokrasiyê dikin û di rêya demokrasiyê de dimeşin, qudret û quweta demokrasiyê nîşan didin”.

 

 

Çavkanî: Kurd û Ecem, Salih Mihemed Emîn

Rojnameya Kurdistanê, hej: 10-11, 15-17/11/1324.

Nota nivîskar: Ev cihên noqte noqte hatine danîn, nehatin xwendin.

 

Kurmancîya Wê: Zîya Avci

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin