Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Îraqê pirsgirêka mûçeyan gotûbêj kir

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Îraqê pirsgirêka mûçeyan gotûbêj kir

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlamentoya Îraqê Mehmûd Meşhedanî re civiya.

Piştî civînê Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînî daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de pêwendiyên Hewlêr ـ Bexda û hewl û goftûgoyên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hevtêgihiştinê û li ser bingeha destûr û peymanan gotûbêj kirin.

Her wiha di derbarê rewşa giştî ya Îraqê de dan û standina bîr û ramanan kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê got, "Her du alî li ser girîngiya gihîştina bi çareseriyeke guncayî ya ji bo pirsgirêka mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî li vê qonaxa hestiyar da hev ra bûn.

Di vî derbarî de hêvî û geşbîniyên xwe yên bi hewl û hebûna nexşerêyek ji bo çareseriyê nîşan dan û dûpat kir ku çareserkirina pirsên Herêma Kurdistanê di berjewendiya tevahiya Îraqê de ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Meşhedanî spasiya rola erênî û hewlên berdewam ên Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo hev têgihiştin û li hev nêzîkkirina aliyan û peydakirina hevbeşiyên ji bo çareseriyê kir.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî ji bilî spas û rûmetên xwe yên ji bo birêz Meşhedanî û xemxûrî û hewlên xwe yên bi navê çareseriyê da dûpat kir ku li hewlên xwe yên ji bo gihîştina bi çareseriyê de berdewam dibe.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di mijareke din a civînê de behsa hilbijartina giştî ya bê ya Îraqê hatiye kirin.

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin