Nêçîrvan Barzani û Mihemed Şîya Sûdanî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj dikin

Nêçîrvan Barzani û Mihemed Şîya Sûdanî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj dikin

.

A+A-

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî li perawîza beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê di Lûtkeya Komkara Erebî li Bexdayê de pêk hat.

Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî destxweşî li Serokwezîr Sûdanî kir, ji ber mêhvandarîkirina civîna Komkara Erebî û herwiha spasiya wî kir ji ber vexwendina wî di çarçoveya karên civînê de.

Di hevdîtinê de herwiha, gotûbêj derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin kirin û herdu aliyan tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkarî û zêdekirina têgihiştina hevbeş kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê, li perawîza beşdarbûna di lûtkeyê de, bi Serokkomarê Iraqê û hejmarek serkirde û berpirsên payebilind ên welatên Ereb re jî hevdîtin pêk anîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin