Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî vê carê li Munîhê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî vê carê li Munîhê civiyan

.

A+A-

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî li bajarê Munîhê yê Almanyayê li hev civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê civiya.

Ev civîn di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de hat kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin.

Her wiha rewşa Kurdan û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê mijara sereke ya dan û standinan bû.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de tekezî li ser "girîngiya berdewamiya diyalog û têgihiştinê ya ji bo çareserkirina siyasî ya pirsgirêkên li Sûriyeyê" kir.

Barzanî diyar kir ku divê mafên Kurdan û hemû pêkhateyan di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de û di destûra paşerojê de werin parastin.

Spasiya ji bo Serok Barzanî

Li gorî daxuyaniyê, Mezlûm Ebdî "spasiyên xwe pêşkêşî cenabê Serok Mesûd Barzanî û Serokatiya Herêma Kurdistanê kir."

Ebdî bal kişand ser hewlên berdewam û rola wan a bibandor a ji bo aramkirina rewşê û gihîştina Şam û HSDyê ya peymana agirbestê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku metirsiyên serhildana ducare ya DAIŞê û gefên terorê mijareke din a civînê bû.

Her du aliyan li ser girîngiya hevkariya ji bo rûbirûbûna van metirsiyan dan û standin kirin.

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin