
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî li hev civiyan
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şanda pê re pêşwazî kir.
Di civînê de pêşhatên dawî yên meydanî û siyasî yên rewşa Sûriyeyê, Pirsgirêka Kurdan a li wî welatî û peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de hatin gotûbêjkirin.
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrînê jî di civînê de amade bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî careke din piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriya aştiyane ya kêşeyan nîşan da û tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyaloga navbera aliyan û parastina mafên hemû pêkhateyan û gelê Kurd a di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de kir.
Ji aliyê xwe ve Mezlûm Ebdî kurteyek derbarê rewşa navçeyê û gotûbêjên bi Şamê û aliyên navneteweyî re pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî her wiha spasiya rola berdewam a Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya mafên rewa yên gelê Kurd dikin û ji bo aramkirina alozî û tengejariyan hewl didin.
Di hevdîtinê de metirsiyên terorê û liv û tevgerên DAIŞê yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Her du alî hemfikir bûn ku hevahengiya navbera aliyan û piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya ji bo rûbirûbûna terorê, faktoreke sereke ya parastina ewlehiya navçeyê ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin