
Nêçîrvan Barzanî û Meşhedanî: Çareserkirina pirsgirêkan bi Herêma Kurdistanê re di berjewendiya tevahiya Iraqê de ye
.
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê li ser girîngiya gihîştina çareseriyeke guncayî ji bo pirsgirêka mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn. Herwesa wan tekez kir ku, çareserkirina pirsgirêkan bi Herêma Kurdistanê re di berjewendiya tevahiya Iraqê de ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 06ê Tîrmeha 2025ê) pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Mehmûd Meşhedanî û şandeya pê re kir.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandinek parve kir ku tê de hatiye, “Di civînekê de têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, bizav û diyalogên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihîştinê û li ser bingeha destûr û peymanan hatin gengeşekirin, herwesa her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Iraqê jî li hev guhertin.”
Li gorî wê ragihandinê, her du alî li ser girîngiya gihîştina çareseriyeke guncayî ji bo pirsgirêka mûçeyên Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn, bi taybetî jî di vê qonaxa hestyar de.
Herwesa wan hêvî û geşbîniyên xwe jî li ser bizavan û hebûna nexşerêyekê ji bo çareseriyê diyar kirin û tekez kir ku, çareserkirina pirsgirêkan bi Herêma Kurdistanê re di berjewendiya tevahiya Iraqê de ye.
Nêçîrvan Barzanî ji aliyê xwe ve tevî diyarkirina spasî û rêzên xwe ji bo Meşhedanî û bizavên wî ji bo çareseriyê, tekez kir ku ew dê bizavên xwe ji bo gihîştina çareseriyê bidomîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin